Necdet Gündem

Necdet Gündem

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Newroza Me Pîroz be

A+A-

Di pêvajoya pandemiyê de pîrozkirina roja me ya netewî carek din me Kud û Kurdistaniyan di rûhiyetek netewî de anî cem hev. Di hemû Kurdistanê de û li welatên lê Kurd dijin Newroz carek din bi hêviyên serkeftinên neteweyî tê pîroz kirin.

Newroz ne tenê rojeke netewî ye, Newroz nişana biratî, dostî û aşîtiyê ye jî. Newroz bi sembolên xwe yên ronahî û tarîtiyê jî bi naveroka xwe tije ye. Bi vê naveroka xwe Newroz ji alî demokrasiyê jî  pir girîng e. Newroz roja nû ye, roja nûbûnê ye.

Ji bo Kurdan Newroz ne tenê sersal, ne tenê ronahî ye, di heman wextî de sembola mafên me yên neteweyî ye jî.  Ji ber vê yekê Newroz bi manêya xwe hêj girîngtir e. Newroz sembola yekbûnê ye jî.

21ê adarê ji alî Neteweyên Yekbûyî “Roja Tekoşîna Li Dij Nîjadperestiyê” hat qebûl kirin.Ji ber vê yekê Newroz bi naveroka xwe hêjayiyek qezenc kir.

Li Tirkiyê ew hêzên ku ji pirrengî ditirsiyan demeke dirêj pîrozkirina Newrozê qedexe kirin. Tirsa wan ew bû ku Newroz wê bibe sedema parçebûnê. Niha jî dixwazin Newrozê wek roja xwe bi navê hatina biharê pîroz bikin.

Bi taybetî bi avakirina Dewleta Federe ya Kurdistanê, pîrozkirina Newrozê bi ala rengîn, bi govendan, bi agir vêxistinê bû resmiyet, bû roja netewî ya resmî ya Dewleta Federe ya Kurd. Di vê rojê de hestên Kurd û Kurdistaniyan kûrtir û qewettir dibe. Giringiya rola neteweyî jî ev e. 

Newroz bi naveroka xwe xwedî toleransê ye. Newroz bi naveroka xwe xwedî piştgirî û rûmetê ye jî.

Di pêvajoya avakirina qanûna esasî de li gel daxwaza qebûkirina zimanê Kurdî û kesayetiya Kurdî divê em qebûlkirina Newrozê wek rojeke netewî ya resmî jî bînin ziman.

Newroza me pîroz be!

Alanya, 21.03.2021

Necdet Gündem

Önceki ve Sonraki Yazılar