Newroz li Stockholm û Bremenê  bi girseyî hat pîrozkirin

Newroz li Stockholm û Bremenê bi girseyî hat pîrozkirin

Li Stockholmê Federasyona Komeleyan Kurdistanê li Almanyayê li bajarê Bremenê jî Hevkarîya Hezên Kurdû Kurdistanê di 18ê Adarê de bi girseyê newroz pîroz kirin

A+A-

Swêd ”Kurd navê xwe kola li Qesra Nobelê ya Stockholmê”

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê şahîya Newroza 2017ê di 18ê Adarê de li Stockholmê li Qesra Nobelê pîroz kir. Moderatîya Şeva pîrozbayîya; Mêrdîn Baban, Awere û Jinda kir. Li gel nûnerên partiyên Swêdî, nûnerên rêxisinên siyasî, demokratîk û kesayetî girseyekî mezin bêşdarî pîrozbayîyê bû.

17359219_1971418183091253_5075757146904242153_o.jpg

Şahî deqîyeyek bo rêzgirtina şehîdan û bi xwendina peyama serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya pîrozbayîya Newrozê destpêkir.  Barzanî di axaftina xwe de bahsa xebata Kurdên dîaspora kir û bi taybet li ser rol û xebata kurdên Swêdê rawestîya û sipasîya xwe pêşkêşî wan kir.  Serokê PAKê Mustafa Ozçelik û Sekreterê Giştî yê PSK peyamên pîrozbayî şandin.

Serokê FKKSê Keya Îzol di axaftina xwe ya bi kurdî û Swêdî debahsa rewşa aktuel a Kurdistanê kir û got; ‘Bala xwe bidin Rojhilata Navîn, heger em bi çira jî bigerin tu dewleteke nabînin ku îhtîram li demokrasîyê û mafê miravan dike. Tenê îro li rojhilata navîn kurd in; neteweyekê bêdewlet ku bi jîyan û hemû warên xwe ji bo demokrasî û mafê mirovî şer dikin.’

Nûnerê Hukûmeta Herêma Kurdistanê li Swêdê Şoresh Kadir, nûnerê Komîteya Hevkarîya Hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêdê Ali Juma, Wezîra Pîyaseya Kar ya Swêdê Ylva Johansson, Serokê Partîya Çep Jonas Sjöstedt, Parlamenterê Partîya Lîberal Fredrik Malm, Serokê Birêvebirina Kulturê ya Şaredarîya Stockholmê Roger Mogert, muhalefeta a Birêvebirina Demokartî ya Şaredarîya Stockholmê Ann Margarethe Livh axifin.

newroz-gise.jpg

Parlamenterê Partîya Lîberal Fredrik Malm di axaftina xwe de got; Kurd îro Newroza xwe li Qesra Nobelê ya şarededarîya Stockholmê pîroz dikin; Swêd welatekî demokratîk û pircurayî ye; welatê Kurdan Kurdistan jî welatekî pircureyî ye û ew bawer dike di demê kin de ew ê bibe dewletekî serbixwe û bi demokrasîya xwe pircureyîya xwe bibe nimûneyaka rojhilata navîn. Herweha wî heyranîya xwe ji strana Ciwan Heco ya ”Min navê xwe kola li burcên Diyarbekir” re bilêv kir û sitrîya, ji temeşevanan çepikên mezin wergirt. Kurdên Swêdê jî bi pîrozkirina Newrozê li Şaredarîya Stockholmê navê xwe li Qesra Nebolê kolandin.

Folklora Komciwan, Hunermenda dengxweş ya Kerkukû Chopî Fettah, Xwişkên Şahin bi stranên xwe yên kirmancki/zazakî, cûdayiyêk taybet da şevahengê, Ciwan Haco bi stranên xwe yên herdemî, Lila Namo bi hippopa xwe birayên Bahoz û Baran bi starênên xwe hitabê ciwanan kirin.

Xxx

Di heman rojê de li Almanyayê bajarê Bremenê Hevkarîya hêzên Kurd û Kurdistanê li Almanyayê newrozê bi coşekê mezin û di bin şîyara Newroz serxwebûna Kurdistanê de pîroz kirin; bi  bêşdarîya Şivan Perwer, Rêzan Rizgar, Mizgin Kilic, Moein Amini û Vindar Adil Hizin  bi starên xwe û Koma Folklorê bi govandê xwe şevagenga Newrozê geş kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin