Newroz hêvî ye, vejîn e!

Newroz hêvî ye, vejîn e!

PAK-Ewrûpa: "Ne qetlîam, ne kuştin, bi hemû çek û leşkerên xwe ve mêtingehkarên welatê me, ew ê tu carî nikaribe miletê Kurdistanê ji daxwaz û hêviya wî ya welateke azad û jiyaneke bextewar dûr bixe."

A+A-

PAK-Ewrûpa ji ber munasebeta Newroza îsalî peyamek belav kir. Em li vir peyama Rêxistina Piştgiriyên PAKê li Ewrûpa çap dikin.

 

Newroz hêvî ye, vejîn e!

Newroz mizgînîya buharê ye, mizgîniya rojên xweş e. Ev e duhazaran car e Newroz bi buharê re tê axa bav û kalan.

Newroza pîroz di gel qetlîam û barbariya ku gelên me rû bi rû ye, tu bi xêr hatî!

Di gel zulm û zor, kuştin û talan, tade û zordarî, qetlîam û jenosîdên bi hezaran sal, Newroz her sal bi hêvîyên teze tê Kurdistana şîrîn.

Kîmyabarana dîktatoriya Saddam a Helebce ku 5000 zarok, jin, kal û pîrên me ji nav me bir, dîsa nikaribû pêşî li Newrozê bigre. Îsal qetlîam û îşxala Efrîna Çiyayê Kurmênc wê dîsa nikaribe agirê Newrozê bitefîne.

newroz.wan-003.jpg

Newroz hêvî ye, vejîn e, ji nuh ve jiyan e, mizgînîya rojên xweş e. Ne qetlîam, ne kuştin, bi hemû çek û leşkerên xwe ve mêtingehkarên welatê me, ew ê tu carî nikaribe miletê Kurdistanê ji daxwaz û hêviya wî ya welateke azad û jiyaneke bextewar dûr bixe. Heta ku em li ser axa xwe, wek mirovên serfiraz nejîn, emê her û her zarok û neviyên xwe bi sitranên azadîyê mezin bikin.

Em bi van hestan wek piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewrûpayê, Newroza hemû gelê Kurdistanê û hemwelatiyên me yên ku îro li welatên Ewrûpa dijîn, pîroz dikin.

Bijî Newroz

Bijî Kurdistan

PAK- Ewrûpa (Rêxistina Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewrûpayê)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin