New York Times: Dewlemendên Tirkiyê ji tirsa Erdogan ji Tirkiyê direvin!

New York Times: Dewlemendên Tirkiyê ji tirsa Erdogan ji Tirkiyê direvin!

Rojnameyeka Amerîkî dibêje, tirkên dewlemend û jêhatî “ji tirsa Erdogan” diravê xwe û şiyanên xwe hildigirin û ji Tirkiyê direvin!

A+A-

Rojnameya New York Times, raportek li ser koçberî û reviya tirkan ji Tirkiyê belav kiriye. Di raportê de hatiye gotin ku piştî kûdetaya şikestî ya havîna 2016, pêla koçberî û reva tirkan ji Tirkiyê dest pê kiriye û roj bi roj jî ev pêl mezintir dibe.

Di raporta New York Timsê de hatiye gotin, herî zêde tirkên dewlemend û xwedan şiyan ji Tirkiyê direvin. Sebeba serekî ya wê jî siyaseta Erdogan e. Ji ber ku ew li dijî siyaseta Erdogan in lê nikarin û newêrin dijberiya xwe bînin ziman.

Li gorî agaihyên wê rojnameya Amerîkî, di heyama du salên borî de herî kêm 12 hezar milyonerên dolar ji Tirkiyê koçber bûne. Mînaka wê jî şîrketa mezin ya Yildiz Holdîng e ku xwedanê markeya bi navê “Ulker” û gelek şîrket û markeyên din e li Tirkiyê.

Di raportê de hatiye gotin ku di dîroka komara Tirkiyê de ev cara yekemîn e ev qas koçberî û rev çêdibe, ev jî tê wateya “destpêka rûxana rêjîmê!” ji ber ku di dîrokê de her gava mirovên dewlemend û jêhatî koçber bûne, rûxana rêjîma wî welatî dest pê kiriye.

Di raportê de hatiye ragihandin ku piraniya wan tirkên ku ji Tirkiyê direvin, diçin Yûnanistan, Portugal û Îspanyayê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin