New York Times: Bi vekişîna Pêşmerge re DAIŞ li Kerkûkê aktîf bûye!

New York Times: Bi vekişîna Pêşmerge re DAIŞ li Kerkûkê aktîf bûye!

Rojnameyeka Amerîkî dibêje, piştî ku hêzên Pêşmerge ji Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî Kurdistanê vekişiyan, çalakiyên DAIŞê li wan deran dîsa zêde bûn.

A+A-

Par vî çaxî serokwezîrê wê demê yê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku êdî tiştek bi navê DAIŞê nemaye ji ber ku DAIŞê bi temamî hatiye şikandin.

Rojnameya New York Times ya Amerîkî li ser vê yekê ragihandiye, Ebadî di vê mijarê de lez kir ji ber ku li hinek deverên Iraqê bi taybet li Diyale çalakiyên DAIŞê zêdetir bûne.

Di raporta rojnameyê de hatiye gotin ku piştî vekişîna hêzên Pêşmerge ji Kerkûkê, çalakiyên DAIŞê li wir jî zêde bûne.

Li gorî agahiyên wê rojnameya Amerîkî, derdora 20-30 hezar çekdarên DAIŞê li Sûriye û Iraqê mane.

Çekdarekî DAIŞê ji rojnameya New York Times re gotiye, her gava êrişên asimanî nemînin emê dîsa vegerin wan deverên ku berê di destê me de bûn!

Fermandeyekî artêşa Iraqê jî gotiye, DAIŞê taktîka xwe ya şer guhertiye, êdî bi tîmên biçûk êriş dikin û direvin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin