New York Times bangî Emerîkayê kir: Kurdan bi awayekî siyasî jî nas bike

New York Times bangî Emerîkayê kir: Kurdan bi awayekî siyasî jî nas bike

Di gotara Aliza Marcus a di Rojnameya New York Timesê de weşandî de, bang li Emerîkayê hate kirin ku dev ji piştgiriya leşkerî bi tenê berde û di qada siyasî de jî wan nas bike û alîkariya aborî bide wan.

A+A-

Îro rojnamevanê Emerîki Aliza Marcus, di gotara xwe de bangî Emerîkayê kir ku piştgiriyên zêdetir bide kurdan.

Marcus bang bo vê yekê jî kir ku Amerîka ne tenê di alîkariya leşkerî; naskirina siyasî, piştgirî bo avakirina burokrasiyê û sazkirina bineavahiyan jî divê Amerîka û Ewropa piştgiriyê bidin kurdan ku ji 4an 1 welatê Sûriyê bi dest xistine. Marcus bi bîr xist ku ji ber ku kurd baweriya xwe baş bi Emerîkayê nayînin, nêzîkî rejîma Şamê û Rûsyayê bûne û hevdîtinan dikin.

Marcus got her çiqas YPGê eşkere kiribe ew tevlî operasyona Îdlibê nabin jî, beşdariya komeke kurd, bi awayekî sembolîk, bo operasyona Îdlibê ketiye rojevê. Marcos got bo Washingtonê dem ew dem e ku biryara piştgiriya siyasî û aborî bo kurdan bigire.

Marcos wisa dewam kir:

"Bo Washingtonê, dema vê yekê hatiye ku dawî li vê nêrînê bîne ku kurdan tenê wek hevalbendên ku li dijî cîhadîstan têkoşîneke bibandor dibîne, lê tenê bo carekê. Ezmûneya kurdên Sûriyê, digel hin qisûr û kemaniyan, rêyeke pêkan e ku diçe îştiqrareke demdirêj. Bi nasîna siyasî û alîkariyan Amerîka dikare vê beşa Sûriyê xilas bike, bo ku bikaribe ji Şamê lihevkirineke dadmendî bixwaze, Emerîka dikare alîkarî bide wan û bi vî awayî Amerîka dikare bo operasyonên bêyî li dijî radîkalîzmê, baregeheke xwe biparêze.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin