Neteweyên Yekbûyî pisporekî Alman ji bo lêkolîna tawanên DAIŞê erkdar kir

Neteweyên Yekbûyî pisporekî Alman ji bo lêkolîna tawanên DAIŞê erkdar kir

.

A+A-

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres pisporekî Alman kire serokê nû yê tîma lêkolînerên tawanên DAIŞê. 

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres pisporekî Alman kire serokê nû yê tîma lêkolînerên tawanên DAIŞê.

Li gor biryara Antonio Guterres, pisporê Alman Christian Ritscher dibe serokê wê tîma navdewletî, ku li ser tawanên DAIŞê lêkolînan dikin.

Beriya niha pisporê Kurd Kerîm Es'ed Ehmed Xan ku xwedî nasnameya Brîtanî ye, serokê wê tîmê bû.

Armanca wê tîmê ew e ku li ser hemû tawanên ku rêxistina DAIŞê di dema desthilata xwe de li Iraqê kirine, lêkolînan bike.

Tîma lêkolînê belgeyan berhev dikin û rêzbendiya tohmetan dikin, da ku di dadgeha navdewletî de tohmeta encamdana tawanên şer û dijî mirovahiyê û jenosîdê arasteyî DAIŞê bike.

Di meha Gulana borî de tîma lêkolînê li ser komkujiya Kurdên Êzidî belge berhev kiribûn.

K24

Serokê berê yê tîmê, Kerîm Es'ed Ehmed Xan
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin