Neteweyên Yekbûyî ji bo mirina Jîna Emînî daxwaza lêkolîneke bê alî kir

Neteweyên Yekbûyî ji bo mirina Jîna Emînî daxwaza lêkolîneke bê alî kir

.

A+A-

Netewên Yekbûyî têkildarî bûyera canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî daxwaz kir, “lêkolîneke serbixwe û bê alî” bê kirin û “rastî ji malbatê re bê aşkerekirin”.

Netewên Yekbûyî derbarê canjidestdana bi guman a keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî ku ji aliyê polîsên Exlaqê yên Îranê ve li Tehranê hatibû desteserkirin, daxuyaniyek da.

Serpireştê Komîsariya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Neda El-Naşif di daxuyaniyekê de daxwaz kir, ku bi awayekî bilez derbarê mirina Jîna (Mehsa) Emînî û tohmetên wek îşkence û serederiya xirab a bi wê re lêkolînek bê alî bê kirin.

Herwiha daxwaz kiriye ku rastiya bûyerê ji malbata Jînayê re were aşkerekirin.

Neda El-Naşif gotiye: “Divê mirina bi êş a Mehsa (Jîna) Emînî û îdiayên îşkence û muameleya xerab bi awayekî lezgîn, bêalî û bi bandor ji aliyê dezgeheke şareza ya serbixwe ve were lêkolînkirin, bi taybetî ji bo ku malbata wê bigihe dadwerî û rastiyê.”

Wê berpirsa Neteweyên Yekbûyî herwiha bang li hikûmeta Îranê kiriye û gotiye, divê berpirsên Îranê armanckirin û desteserkirina wan jinan rawestînin ku pabendî hîcabê nînin.

Neda El-Naşif herwiha amaje bi xwepêşandanên xelkê yên piştî wê bûyerê û tundiya hêzên emnî yên Îranê li hember wan xwepêşandan kiriye û serederiya tund a hêzên emnî li hember xwepêşanderan şermezar kiriye.

Li aliyekê din Berdevkê Komîsariya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Ravina Shamdasani jî ragihandiye, di xwepêşandanên ji bo protestokirina canjidestdana Jîna Emînî de ku li çend bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatin lidarxistin, heta niha 2 ta 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Ravina Shamdasani gotiye, polîsê Îranê “gulleyên rasteqîn” û gaza rondikrêj li dijî xwepêşanderan bi kar aniye.

Heta niha Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Fransayê bûyera canjidestdana Jîna Emînî şermezar kirine.

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşembê 13ê Îlona 2022 li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba îsalmî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Kesên ku bi Jînayê re hatibûne desteserkirin ji medyayên Îranê re gotine, di dema veguhastina bo girtîgeha demkî ya polîs de, hêzên polîsa li Jînayê xistine, piştre li navenda polîs rewşa wê ya tendirustiyl xirab bûye û ew di demeke dereng de rakirine nexweşxaneyê.

Jîna Emînî roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma, û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, canê xwe ji dest da û duh di merasimeke girseyî de bi beşdariya hezaran welatiyên Kurd li Seqizê hat veşartin.

Bûyera ku li Tehranê bi serê Jîna Emînî de hat, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, herwiha li parçeyên din ên Kurdistanê û tevahiya cîhanê deng veda û gelek bertek û nerazîbûn li pey xwe anîn.

Di 4 rojên bihorî de li bajarên Sine, Seqiz, Kamyaran, Dêhgolan, Dîwandere, Mihabad, Bokan û Şino yên Rojhilatê Kurdistanê û herwiha li bajarên Tehran, Reşt, Îsfehan û hin cihên din ên Îranê jî li dijî kuştina Jîna Emînî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Hêzên emnî yên Îranê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi ava şid, gaza rondikrêj û bi gulleyan destwerdan di xwepêşandanên aştiyane yên ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî de kirin û di navbera xelkê ş hêzên Îranê de alozî derket.

Zanyariyên ku ji Rojhilatê Kurdistanê tên, amaje bi wê yekê dikin ku di xwepêşandanên duh û şevê din de hejmarek welatiyên sivîl ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyan, li bajarê Dîwandere 2 kes, li Seqizê 2 kes û li Dêhgulanê jî kesek hatine kuştin. Herwiha zêdetir ji 94 kesan jî birîndar bûne.

Her li gor zanyariyan, 10 kes li bajarê Sine, 17 kes li Seqizê, 15 kes li Dîwandere, 10 kes li Dêhgulan, 7 kes li Bîcar, 4 kes li Bane, 4 kes li Qurwe, 4 kes li Kamyaranê li sînorê parêzgeha Sineyê birîndar bûne.

Herwiha li parêzgeha Urmiyê jî 12 kes li Mihabadê ku pîrejineke 60 salî di nav de heye, 7 kes li Bokanê ku yek ji wan keçeke 10 salî ye û 4 kes li Tikabê birîndar bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin