Neteweyên Yekbûyî hişyariya destpêkirina şerekî giran li Sûriyê dide

Neteweyên Yekbûyî hişyariya destpêkirina şerekî giran li Sûriyê dide

.

A+A-

Neteweyên Yekbûyî di çend mehên bê de hişyariya şerekî giran li Sûriyê dide.

Serokê Komîteya Sûriyê ya Neteweyên Yekbûyî Sérgio Pinheiro îro Çarşemê 14ê Îlona 2022an ragihand, Sûriye nikare vegere şerekî berfireh lê hemû diyarde nîşan didin ku di çend mehên bê de, şerekî berfireh dê li Sûriyê çê bibe û ew berê di wê baweriyê de bûn ku şerê li Sûriyê bi dawî bûye lê niha berovajiyê wê tê dîtin.

Sérgio Pinheiro di raporteke de dibêje, binpêkirinên mirovî zêde bûne û bombaranên li ser navçeyan zêdetir bûne û bi dehan kes hatine kuştin, li hinek navçeyan jî tol hildan ji kesên ku berê dijî  hikûmetê bûne, dest pê kiriye.

Di sala 2011an de, piştî destpêkirina xwepêşandanên li dijî Serokê Sûriyê Beşar Esed, di xwepêşandanan de gelek kes hatin kuştin û rewş xirabtir bû. Di şerê navxweyî yê Sûriyê de bi sedhezaran kes hatin kuştin û bi milyonan kesên jî koçber bûn lê rewş di salên dawî de aramtir bibû. Ev yek piştî wê hat ku artêşa Sûriyê bi alîkariya Rûsyayê ji sedî 70ê Sûriye bi dest xist.

Rapora Neteweyên Yekbûyî dibêje ku şer û pevçûn di navbera grûpên curbicur de li Sûriyê ji nû ve derketine, bi taybetî li bakur-rojhilat û bakur-rojavayê Sûriyê ku rewşa xelkê aloztir dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin