Neteweyên Yekbûyî çalakiyên xwe yên li Sûdanê rawestand

Neteweyên Yekbûyî çalakiyên xwe yên li Sûdanê rawestand

.

A+A-

Neteweyên Yekbûyî ji ber şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û hêzên piştevaniya lezgîn de li Sûdanê xebatên xwwe rawestandin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephen Dujarric di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku şerê li Sûdanê tevgera karmendan asteng kiriye û sînor û firokexane girtine. Dujarric dibêje, NYyê neçar bû ku çalakiyên xwe rawestîne, di heman demê de ku bi gelemperî 10 ajansên NY û bêtirî 89 rêxistinên civaka sivîl nêzîkî 250 bernameyan birêve dibin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku pevçûnan bandoreke cidî li rewşa însanî ya li Sûdanê kiriye û balafireke Neteweyên Yekbûyî ya li balafirgeha Xartûmê hatiye xerakirin.

Pevçûnên leşkerî li Xartûm û bajarên din di navbera Hêzên Piştgiriya Bilez a bi serokatiya Mihemed Hemdan Daqlu, ku bi navê Hemîdtî jî tê naskirin, û artêşa Sûdanê ya bi serokatiya General Ebdulfetah el-Burhan diqewimin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin