Neteweyên Hevgirtî îdama rojnamevan ya Zem şermezar kir

Neteweyên Hevgirtî îdama rojnamevan ya Zem şermezar kir

.

A+A-

Komîserê bilind yê mafên mirovan yê Neteweyên Hevgirtî Michelle Bachelet, li ser îdamkirina edîtorê malpera Amednews ê Rûhûllah Zem ku ji aliyê Îranê de hatibû îdamkirin şermezar kir. Bachelet, di beyana xwe ya nivîskî de weha got:


“Ez bi îdama damezrênerê Amednews Telegramê û aktîvîst Rûhûllah Zem ku di 12 ê mehê de hat îdamkirin ketim nav dehşetê. Gotinên ku di bin îşkencê de bi zorê jê hatine sitendin hene. Desteserkirina wî li derveyê welate û hatiye revandin. Ez bi endîşeme ku ew ne bi edalet hatiye darizandin. Li Îranê gelek aktîvîst û proteskokar li gor standardên navdewletî nehatine darizandin, bi salên zêde di zîndanan de hatine girtin û bo parastina mafên mirovan bi cezayê îdamê hatine cezakirin.”


Bachelet, ragihand ku van tiştên han tev tê vateya ku Îran berpirsiyariyên xwe yên navdewletî bi awayekî ciddî îhlal dike. Bachelet bang li Îranê kir da wan kesên ku mafên mirovan bikaranîne yekser wan ji binçav berde.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin