Neteweperestiya 'Kurdistanê'

Neteweperestiya 'Kurdistanê'

Şerif Karakurt

A+A-

Neteweperestiya netewe, kesayetiya xwe ji nîjatperestî, kiloxperestî, nasnameya neteweyên dîtir înkarkirin û neteweyên din tinekirin digire. Ser vê esasê netewek tenê ji bo xwe esas digire.

Bê guman neteweperestiya gelên bindest di destpêkê de nasnameya netewa xwe diparêze, berhemên welatê xwe, ewlehiya welatê xwe û netewa welatê xwe diparêze. Bona wê rastiyê hestên netewetî geş dike û pêş dixîne.

Kurdistan welateke di bin dagirkeriyê de dijî. Gelo yê çawa ji dagirkeriyê rizgar bibe? Kurdistan bi rêka neteweperestiyê wê rizgar bibe. Bi rêka neteweperestî dikare ji statûya dagirkerî xelas bibe. Erdnîgariyê ku em tê de dijîn, tenequta yekem ne ked û sermayedarî ye. Bê guman tenequta ked û sermayedarî herdem heye. Lê belê di Kurdistanê de ne tenequtek yekem e.

Kurdistan welatekî dagirkirî ye, axa Kurdistanê dibin dagirkeriyê de maye. Kontrolkirin û îdarekirina axa Kurdistanê ji destê gelê Kurdistanê hatiye derxistin. Samanên bin erd û yên ser erd di Kurdistanê de hatine dagirkirin. Kurd nikarin samanên xwe yên bin erd û ser erd îdare bikin. Nikarin weke welatekî azad bazarên xwe pêş bixînin an geş bikin. Di Kurdistanê de pisgirêkeke bi vî rengî heye. Pirsgirêka belavkirina hêza çavkaniyên xwe û îdarekirina wan heye. Bona ku statuya Kurdistanê statuyeke di bin dagirkeriyê de ye nikare xwe di nava navdewletî de îfade bike. Bi kurtasî tevahî pirsgirêk çavkaniya xwe ji bindestiya Kurdistanê digire.

Gelo çima navê pirsgirêkê dibe pirsgirêka Kurd? Gelo pirsa Kurdan heye? Ku hebe çi ye? Belê, pirsa Kurd heye. Lê belê di Kurdistanê de pirsa Kurd tune. Weke pirsa Kurd nirxandin û qebûlkirin û ser vê wateyê çareserkirin hêza xwe tine kirine û bê wate ye. Gotina bi navê 'Pirsgirêka Kurd' ji hêla Kemalîstan ve pir tê bikaranîn û vê têgihê esas girtin û ser vê fikrê xwe amadekirin û projeyê pêş xistin û gel di ser vê fikrê birêve birin weke wêneyeke pembe were xuyakirin jî lê belê gotinek weke kemîn e.

Di Kurdistanê de pirsa Kurd têkiliya xwe jî tunebûna statuya Kurdistanê digire. Tevahî pirsgirêk çavkaniya xwe ji dagirkirina Kurdistanê werdigire. Gelo pirsa kurd nîne ? Weka van nêrînên min gotinên bi vî awayî demên berê ji anîbûn ser ziman.

Di Kurdistanê de jî bi sedema polîtîkayên dagirkeran, şer, komkujî, qirkirina nijadên din, pirsa qebûlnekirina nijadên din û bona pirsên aborî, gelê Kurdistanê bûye koçber. Kurd di Rojhilata Navîn de li Ewropayê, li Bloka Rojhilat ên kevin de û di bin degirkeriya welatên Îran, Iraq, Tirk û Sûrî de bajarên mezin weke metropolan de bi komên mezin dijîn. Kurd cihên ku tê de dijîn pirsgirêka wan bi dagirkeran re heye. Bê guman navê vê, pirsgiréka kurd e. Cihê ku kurd tê de dijîn bona zimanê xwe, çanda xwe pirsgirêkên xwe çareser dikin, hêza xwe bi kar tînin û projeyan pêş dixînin, van tekoşînan tevahî bi navê "pirsa kurd" dikin. Di Kurdistanê de li hemberî dagirkerî gelek kom, rêxistin û partî hene; xwe bi navê lîberal, demokrat, sosyalîst, komunîst an anarşîst binav dikin. Lê belê hêza çavkaniya xwe ji dagirkirina Kurdistanê digirin.

Ez bawer dikim bala we kişandiye. Min neteweperestiya kurd û Kurdistanê cuda nirxand. Neteweperestiya Kurd ji ber ku di bin dagirkeriyê de dijî gelek bê guneh diyar dike. Dikare li hember dagirkeriyê de rengeke radîkal bigire. Lê belê ji nava xwe jê tê fêmkirin ku gotinek nîjadî ye û naveroka xwe ji nasnameya nîjadî heye. Bê guman di naveroka xwe de van neteweyan nîne weke Suryanî, Ermen, Azerî Turkmen, Keldanî . Dema pirsgirêka Kurdistanê çareser bibe yê bi xwe re pisgirêkên dinan jî bîne.

'Pirsgirêka Kurd' ne tenê kurdan hembêz dike, nîjadên ku di Kurdistanê de dijîn tevahiyan hembêz dike. Ji bona vê neteweperestiya Kurdistanê di hemberé dagirkeran de gelek rola xwe ya girîng heye. Dawiya tekoşînê de jî bo netewên din jî dibe weke sîgorta.

Neteweperestiya Kurdistanê gotineke erdnîgarî ye, ne gotineke nîjadî ye. Neteweperestiya Kurdistanê; heskirin û parastina çiya, kevir, av, jîngeh, daristan, heywanên zindî, bajar, bajarok, gund, gol, çem, xweşikbûna xwezayî, samanên ser erd û yên bin erdê ye.

Neteweperestiya Kurdistanê tevahî nîjadên ku di Kurdistanê de hene dixe hembêza xwe. Ji dagirkirina Kurdistanê hemû nîjadên ku di Kurdistanê de dijîn pê nexweş in. Dermanê rizgarkirina ji dagirkeriya Kurdistanê di neteweperestiya Kurdistanê de ye. Kesayetiyén ku neteweperstiya Kurdistanê nas nakin; weke sazî, nivîskar, rewşenbîr ji pergala dagirkeriyê vîrûs wergirtine. An jî nexweş in, rewşa wan tarî ye û ne diyar e. Di encamê de pêwîstiya kurdan; gora pîwanên Cîhanê yên nû bi pergala globalizma ya nû ne muhafazakar heye. Her weha pêdiviya kurdan pergala ku di navaroka xwe de neteweperestiya Kurdistanê hebe heye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin