Netenyahu: Heta mûşekên Îranê li Ewropayê nekevin..

Netenyahu: Heta mûşekên Îranê li Ewropayê nekevin..

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Yekîtiya Ewropa rexne dike, ji ber ku hewl dide rêkeftina atomî ya bi Îranê re ji hilweşandinê rizgar bike.

A+A-

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Yekîtiya Ewropa rexne dike, ji ber ku hewl dide rêkeftina atomî ya bi Îranê re ji hilweşandinê rizgar bike.


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di Twittera xwe de vîdyoyeke xwe belav kir û tê de dibêje: Hîna hin kes li Ewropa ji xewê şiyar nabin, heta mûşekên atomî yên Îranê li nava xaka Ewropayê nekevin, wê demê jî her tişt di ser re derbas dibe.


Axaftina Netanyahu bi civîna wezîrên derve yên welatên Ewropayê re hevdem e, ku duhî 15ê Tîrmehê derbarê çend guftûgokirina binpêkirinên Îranê di rêkeftina atomî de civiyabûn.


Herwiha Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini daxwaz ji Îranê kir, ji biryara zêdetir dewlemendkirina Uranyumê bi paş ve vekişe û li gor rêkeftinê dewlemend kirina Uranyumê ji rêjeya ji sedî 3.67 derbas neke.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin