Netanyahû serokwezîriya Îsraîlê dewrî Bennett kir

Netanyahû serokwezîriya Îsraîlê dewrî Bennett kir

.

A+A-

 Piştî ku 13ê Hezîranê parlemena Îsraîlê Knessetê bawerî da hikûmeta hevpeymana partiya Yamîna pêşengtiya wê dike, Netanyahû îro posta serokwezîriyê dewrî Naftalî Bennett kir.

Netanyahû piştî 12 salên deshilatdariyê posta serokwezîriya Îsraîlê, îro 14ê Hezîranê posta xwe li ofîsa serokwezîrîya Îsraîlê ya Orşelîmê bêyî ti merasîmekê dewrî serokê partiya Yamîna, Naftalî Bennett kir.

Hat ragihandin ku dewrkirina serokwezîriyê bi qasî 30 xulekan dom kiriye û ti wêne û dîmen nehatine belavkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin