Netanyahu gef li Îranê xwar

Netanyahu gef li Îranê xwar

Serokwezîrê Îsraîlê di peyamekê de hişyariyeke tund da desthilatdarên Îranê û ji wan re got: “Îradeya Îsraîlê neceribînin.”

A+A-

Di gotarekê de bi boneya nêzîkbûna salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya Holokost a cihûyan, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi tundî gef li Îranê xwar.

 

Benjamin Netanyahu di gotara xwe de amaje bi rewşa niha ya Rojhilata Navîn, rewşa Sûriyê û berfirehbûna desthilata Komara Îslamiya Îranê li Sûriyê kir.

 

Netanyahu herwiha hesaba xelkê Îranê ji hikûmeta wî welatî cuda kir û ragihand, bila xelkê Îranê wisa nezanin ku Îsraîl diijminê wan e û tekez kir: Îsraîl dijminê wê rejîma tekrew e ku mafê we binpê dike.

 

Serokwezîrê Îsraîlê dibêje, eger rejîma niha ya Îranê herrifî û nema, wê demê Cihû û Fars dikarin bi hev re weke bira û di nava aştiyê de bijîn.

 

Benjamin Netanyahu wiha axivî: “Min peyamek heye ji desthialtdarên Îranê re, îradeya Îsraîlê neceribînin. Min peyamek jî heye bo xelkê Îranê, Îsraîl dijminê we nîne, lê belê dijminê wê rejîma takrew e ku we tepeser dike. Eger ku ew rejîm li cîhanê nema, yan bi van nêzîkan nema, wê demê xelkê me yên resen, Cihû û Fars dikarin pêkve bi aştî û weke bira bijîn.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin