Nerazîyên nav YNKê daxwaza pêkanîna kongreyekî din dikin

Nerazîyên nav YNKê daxwaza pêkanîna kongreyekî din dikin

Hejmarek zêde li endamên nerazî yên nav YNKê daxwaza pêkanîna kongreyekî din dikin ku ji bo hemû endamên partîyê wekhewî hebe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Piştî ragehandina encamên helbijartina encûmena giştî ya rêveberîya YNKê di kongreya çarem a partîyê de, hejmarek zêde ya endamên YNKê ji encaman nerazîne û encaman qebûl nakin. Herwaha bangeşeya wê dikin ku zulm li wan hatîye kirin, an jî nehiştine serkeftin bidest bixin û derkevin û piştre jî ji wan re gotine hûn derneketine.

Li gor zanyarîyên BasNewsê ku ji beşek ji wan endamên nerazî bidest xistîye, hejmara wan kesan zêde ye, herçend YNK dixwaze bi rêya lijneyekî ve hewl dide wan aşt bike jî, lê ew endamên nerazî daxwaza kongreyekî din dikin û dibêjin bila wekhewî hebe li gel endamên ser bi bask û kutleyên nav partîyê de.

Vê derbarê de parlamenterê berê yê YNKê û namzedê derneketîye yê encûmena giştî ya rêveberîya YNKê Qadir Rezgeyî ji BasNewsê re ragehand, di kongreya çarem de hin kesên tekoşer ên nav YNKê bo rêveberîyê nehatin helbijartin ango derneketin.

Herwaha got: ‘’Ez hemnêrîn im li gel nêrînên wan hevalên ku behsa pêkanîna kongreyekî din dikin.’’ Lê bêhêvîbûna xwe jî aşkera kir ku kongreyekî din bê.

Qadir Rezgeyî teqez kir: ‘’Kongreya hatîye kirin, ti rewabûna wê nebû. Ji ber hin xalên lewaz tê de hebûn. Ji ber wê em hemû li gel rêveçûna kongreyeke din de ne, ku dûr be ji hemû destwerdanekî nerewa û dûr be li nedadperwerîya ku berî naha me behs kirîye.’’

“Bavil Talabanî xwe ji bo peywira serokê YNKê dike namzed”

Ji alîyê din berpirsekî YNKê aşkera kir, kurê sekreterê giştî yê berê yê YNKê Bavil Talabanî xwe ji bo peywira serokê YNKê dike namzed.

Cîgirê berpirsê malbenda Duhokê yê YNKê, ku di kongreya çarem a YNKê de namzedê encûmena giştî ya rêveberîyê bû Qadir Hesen ji BasNewsê re ragehand: ‘’Qasî ez agahdarim Bavil Talabanî yek ji wan kesane ku xwe ji bo peywira serokê YNKê dê bike namzed.’’

Herwaha got, bendewarî hene di çend rojên pêş de ev pirse jî zelal bibe.

Di heman derbarê de endamekî berê yê rêveberîya YNKê ji BasNewsê re ragehand, di rewşekî xwe namzed nîşan dana Bavil Talabanî bo peywira serokê YNKê de, Berhem Ehmed Salih ku heta naha wek yek ji namzedan navê wî tê anîn, dibe xwe vekêşîne.

Berî naha endamê berê yê rêveberîya YNKê Mihemed Wetman ji BasNewsê re ragehandibû, heta naha ronî nîne ku kî dê bibe serokê YNKê. Ji ber di civîna encûmena giştî ya rêveberîyê de, bi dengdanê ve dê ev pirse bê zelal kirin.

Herwaha aşkera kir, 4 kes dê bibin cîgirê serokê YNKê, ew jî bi dengdanê li civîna encûmena giştî ya rêveberîya YNKê de dê bên helbijartin.

Li gor zanyarîyên BasNewsê civîna encûmena giştî ya rêveberîya YNKê bi serpereştîya endamê encûmenê yê herî bi temen Mistefa Çawreş ve dê birêve biçe.

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin