Nêçîrvan Barzanî: Zirarên şewata Lengê dê bêne qerebûkirin

Nêçîrvan Barzanî: Zirarên şewata Lengê dê bêne qerebûkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hember şewata ku îro li bazara Lenge ya Hewlêrê derket, dilgiraniya xwe nîşan da û ragihand, “dê bi qasî ku di şiyana hikûmetê de be, zirardîtiyên bûyerê dê bêne qerebûkirin.”

A+A-

Roja Pêncşemê 25ê Cotmehê serê sibê agirek mezin li bazara Lenge ya Hewlêrê ket û li gorî daxuyaniya Qayimmeqamê Hewlêrê, di encama şewatê de zêdetir ji 1200 dikanên bazara Lenge ya Hewlêrê şewitîne.

 

Agirê li bazara Lenge ya Hewlêrê piştî 8 saet ji hewldanên tîmên agirvemirandinê, ku têde heîlokpter jî hat bikaranîn, hat kontrolkirin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî derbarê bûyerê de peyamek belav kir û soza qerebûkirina zirarpêketiyên bûyera şewata îro ya li bazara Lenge da.

 

Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de li ser hesaba xwe ya twîterê ragihand, ku dê komîteyeke taybet bo encamdana lêkolînê derbarê zirarên bûyerê de bê pêkanîn.

 

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Şewitîna Bazara Lenge li Hewlêrê gelek ez nîgeran kirim. Hevxemê zirardîtiyan im. Komîteyeke taybet lidûvçûnê bo ziraran û cîbicîkirina rêkarên pêwîst bo dubarenebûna wê (bûyerê) dike. Piştrast bin, bi qasî ku di şiyanê de hebe, dê qerebûya zirarpêketiyan were kirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin