Nêçîrvan Barzanî û Mike Pompeo çend pirsên giring gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Mike Pompeo çend pirsên giring gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

A+A-

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo telefona Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û di wê peywendya telefonî de çend mijar û pirsên giring û aktuel gotûbêj kirin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê pêşhatên dawiyê û serkeftina arteşa Iraqê û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê li dijî çekdarên DAÎŞê li deverê û gavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê gotûbêj kirin.

Her du aliyan behsa daxwazên hevwelatiyên Îraqê ku heyameke li dijî hikûmeta Îraqê xwepêşandanan dikin, kir û tekîd li ser wê yekê kirin ku divê daxwazên xwepêşanderan bên bicîkirin û ji bo hevwelatiyên Îraqê jiyaneke baştir bê afirandin.

Parastina qurbaniyên destê terorê û yên ku ji destê DAÎŞê hatine rizgar kirin, bi taybetî êzidî û kirîstiyan, mijarek din ya peywendiya telefoniya navbera serowkezîrê Kurdistanê û wezîrê karûbarên derve yê Amerîkayê bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin