Nêçîrvan Barzanî sibe bi serdaneke fermî diçe Fransa û bi Macron re dicive

Nêçîrvan Barzanî sibe bi serdaneke fermî diçe Fransa û bi Macron re dicive

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwendineke fermî serdana Fransayê dike û li Koşka Elîze bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re dicive.

Malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibê 30yê Adarê li ser vexwandina fermî ya serokê Fransa Emmanuel Macron serdana wî welatî dike.

Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî û Macron dê sibê li koşka Êlîzê li Parîsê hevdîtinê bikin.

Li ser naveroka hevdîtinê jî hatiye gotin, her du serok dê li ser pêwendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê bi Fransayê re, herwiha rewşa Iraq û Kurdistan û Rojhilata Navîn, nexweşiya Koronayê û bandorên wê, metirsiyên terorê, rûbirûbûna terorê û çend mijarên din gotûbêj bikin.

Li Serê Kaniyê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve hatiye dagirkirin teqînekê rû da.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama teqandina otomobîleke bombekirî de 3 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, îro duşemê teqîneke bihêz li nav bajarê Serê Kaniyê çêbû û di encamê de kuştî û birîndar hene, lê SOHRê ti hûrgilî derbarê cihê teqînê û hejmara kuştî û birîndaran de nedan.

Hêjayî gotinê ye, di 9ê meha Cotmeha 2018an de bi êrîşeke berfireh Serê Kaniyê û Girê Spî hatibûn dagirkirin û ji wê demê ve gelek caran teqînên bi vî rengî li wan bajaran rû didin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin