Nêçîrvan Barzanî: Serok Barzanî heta Şingal rizgar nebû venegeriya mal û baregeha xwe

Nêçîrvan Barzanî: Serok Barzanî heta Şingal rizgar nebû venegeriya mal û baregeha xwe

.

A+A-

Nêçîrvan Barzanî got: Nabe ti aliyekî neyasayî xwe li ser Şingalê bisepîne. 

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî êo Duhokê ragihand, di sala 2014an de û piştî karesata hatiye Êzidiyan, Serok Barzanî eniya şerê DAIŞê li Şingalê kir cihê mayîna xwe û heta Şingal rizgar nekir, venegeriya mal û baregeha xwe.

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî li Duhokê di çarçoveya bangeşeya PDKê ya ji bo hilbijartinan de gotarek pêşkêş kir û got: “'Êzdî û devera Şingal ji aliyê hemû gelê Kurdistanê û serkirdeyên Kurdistanê ve xwedî pêgeheke taybet in. Serok Mesûd Barzanî eniya şerê Şingalê kir cihê fermandeyî û mana xwe û heta Şingal ji destê DAIŞê rizgar nebû, venegeriya mal û baregeha xwe.”

Nêçîrvan Barzanî got: Nabe ti aliyekî neyasayî xwe li ser Şingalê bisepîne.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, “Divê derfet ji bo xelkê Şingalê were dayîn biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Em dixwazin xelkê Şingalê xwe bi xwe birêve bibin.”

Destnîşan kir jî, hêzên çekdar rêgiriyê li hevkariyên navdewletî yên ji bo Şingalê tên pêşkêşkirin dikin.

Cîgirê Serokê PDKê got: “Divê maddeya 140 a destûrê bê cîbicîkirin û xelk vegere ser warên xwe. Erkê me ye em Şingalê ji vê rewşa neyasayî û neasayî rizgar bikin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin