Nêçîrvan Barzanî: Me ligel Macron pêwendiyên dualî gotûbêj kir

Nêçîrvan Barzanî: Me ligel Macron pêwendiyên dualî gotûbêj kir

.

A+A-

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşya Elysee bi dawî bû û piştî civînê Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Me ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pêwediyên dualî, kêşeyên navçeyê gotûbêj kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civînê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Ez kêfxweş bûm bi hevdîtina Serok Emmanuel Macron ya îro li Parîsê.”

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Min spasiya xwe ji bo hevkariya mirovî ya berdewam a Fransayê bo Herêma Kurdistanê nîşan da. Herwiha pêwediyên dualî pisgirêkên Iraqê û navçeyê me gotûbêj kirin.”

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Koşka Elysee û bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Berî civînê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ku bi Serokê Herêmê re li Fransayê ye ji K24ê re ragihand, rola Fransa ya girîng ji nîv sedsalê ve li hember Herêma Kurdistanê û daxwazên gelê kurd heye. Herwiha rola wê di aramiya Kurdistan û navçeyê de heye, ji ber wê hevdîtina û Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serok Macron gelekî girîng e. Berî salekê jî her duyan li Koşka Selama Bexdayê civiyan û çend babet guftûgo kirin.

Fewzî Herîrî diyar kir: “Fransa bi berdewamî guftûgoyê ligel serkirdatiya kurd dike. Di sala 1991an de piştevanî li gelê kurd kir û ligel Amerîka û Brîtanyayê jî Kurdistan parast. Di sala 2010an de Serok Barzanî serdana Fransayê kir û li Koşka Elysee ji aliyê serokê Fransa yê wê demê civiya. Piştre di dema şerê li dijî DAIŞê de jî serokê Fransa yê wê demê François Holland serdana Herêma Kurdistanê kir. Ev jî belge ye ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê girîn û bihêz in û Fransa bi berdewamî piştevaniyê kurd dike.” 

Herîrî herwiha diyar kiribû: “Di civînê de behsa çalakiyên DAIŞê li deverê tê kirin ku niha tevgera Pêşmergeyan zêde bûye û metirsiyeke mezin li ser aramiya herêmê heye.”

Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê aşkere kir, Herêma Kurdistanê beşdarî gera bê ya guftûgoyên di navbera Amerîka û Iraqê de dibe ku biryar e di 7.4.2021an de werin kirin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin