Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Amerîkî rêkxistina Pêşmerge gotûbêj kir

Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Amerîkî rêkxistina Pêşmerge gotûbêj kir

.

A+A-

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Bilind ê Serbazî û Berpirsê Nivîsîngeha Alîkariya Emnî ya Amerîkayê li Iraqê General Kiss Philips civiyan û di hevdîtinê de herdu aliyan behsa proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge û pêgiriya ji bo rêkxistina hêzan û girîngiya piştgîriya Amerîkayê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 21ê Îlona 2021ê pêşwazî li Berpirsê Bilind ê Serbazî û Berpirsê Nivîsîngeha Alîkariya Emnî ya Amerîkayê li Iraqê General Kiss Philips û şanda ligel kir ku di nav de dîplomatkar û pisporên serbazî hebûn.

Di civînê de pêşhatên emnî û serbaziyên dawî yên li Iraqê, rûbirûbûna terorê û tevger û kirdarên DAIŞê li Iraq û Sûriye, rewşa Deşta Nînowa û Şingalê, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeymanan û bi armancgirtina hêzên hevpeymanan li Hewlêrê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku têkşikandina DAIŞê, ya ji bo aramiya Iraq û navçeyê girîng e û spasiya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî kir ku bûne hevkar û piştgîrên Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Barzanî herwiha pêgiriya bi çaksaziyên Wezareta Pêşmerge ya ji bo rêkxistina hêzan û girîngiya piştgîriya Amerîka û welatên din ên di proseyê de, cih girtine bi bîr xist.

Ji aliyê din ve General Philips behsa guhertina erkê hêzên Amerîka li çarçoweya diyaloga Iraq û Amerîkayê de kir û tekez li ser alîkarî û hemahengiya piştrastbûna ji têkşikandina DAIŞê kirin.

Philips herwiha ragihand ku ew bi girîngiyê li proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge dinêrin û di wî warî de hevkar dibin.

Pêşketinên navçeyê û metirsî û derfet û rewşa Efxanistan û encamên wê, çend tiştên din mijarê civînê bûn ku Konsolê Giştî yê Amerîka jî tê de amade bû.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin