Nêçîrvan Barzanî: Ji Bo Aştiyê Çi Pewist Be Em Amade Ne

Nêçîrvan Barzanî: Ji Bo Aştiyê Çi Pewist Be Em Amade Ne

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji şanda HDPê re diyar kir ku ji bo despêkirin û serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiye berdewam be, di wî warî de çi pêwîst be ew amadeye pêk bîne.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel şanda HDPê ya di bin serokatiya Temelî de civiya û ragihand ku niha dema aştiyê ye û divê pirsa Kurd li Tirkiyê bi rêya aştiyane were çareserkirin, ji ber ku şer ti tiştek çareser nake.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 8ê Îlona 2019an li Hewlêrê pêşwazî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û şanda pê re kir û tekez li wê yekê kir ku li hewlên ji bo destpêkirin û serxistina proseya aştî li Tirkiye berdewam dibe û bi navê de jî her çi pêwîst bê, kêmasiyê nakin.

 

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji şanda HDPê re diyar kir ku ji bo despêkirin û serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiye berdewam be, di wî warî de çi pêwîst be ew amadeye pêk bîne.

 

Nêçîrvan Barzanî got: “Niha dema aştiyê ye û pirsa Kurd li Tirkiye divê bi rêya aştiyê bê çareserkirin, ji ber ku şer ti tiştek çareser nake û nabe ti derfeteke ji bo aştiyê li Tirkiyê ji dest bê dayîn.

 

Ji aliyê xwe ve şanda HDP ji bilî pîrozbahiya li Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo destbikarbûna wekî Serokê Herêma Kurdistanê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

 

Şanda HDPê herwiha spasiya hewlên derbasbûyî û niha ya Nêçîrvan Barzanî ya ji bo aştiyê kir û dûpat kir ku aştî li berjewendiya tevahiya gelên Tirkiyê de ye û gelê Kurd dixwaze aştî û çareseriya aştiyane pêk were.

 

Di heman demê de Şanda HDPê dubare kir ku aştî di berjewendiyên tevahiya gelên Tirkiyê de ye û gelê Kurd dixwaze aştî û çareserî pêk were.

 

Herwiha herdu aliyan rewşa herêmê bi giştî û çend pirsên din gotûbêj kirin.

 

Şanda ji Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê Agiriyê Berdan Ozturk, Wekîla Serokê Koma HDPê û Parlamentera Mersînê Fatma Kurtulan, Cîgirê Hevserokên Giştî Nazmî Gur, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve û Parlamentera Êlihê Feleknas Ûca û Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier pêk tê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin