Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin bi diyalogê pirsan çareser bikin

Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin bi diyalogê pirsan çareser bikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî aşkere kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze bi rêya diyalogê hemû kêşeyan ligel Bexdayê çareser bike.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beşdarî merasîma derçûna xula yekem a Zaningeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê bû û gotarek pêşkêş kir.

 

Serok Nêçîrvan Barzanî bo xwendekaran got: “Hûn gelek bi siûd in ku we li vê zaningeheke wiha xwendiye. Ji ber ku dayik û bavên we xwediyê derfeteke xwendina li zaningeheke wiha nebûn. Wan ji bo ku hûn û nifşên din bisiûdtir bin, têkoşîn da. Bi vê boneyê divê em sipasiya hemû Pêşmerge û kedkarên vî welatî bikin ku keda wan di gihiştina me ya bo vê rojê de heye. Ji ber ku bi saya têkoşîna wan Kurdistan gihişte van rojan.”

 

Di berdewamiya axaftina xwe jî da Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dixwaze hemû pirsgirêkên li gel Iraqê, li ser bingeha destûrê, bi rêya diyalogê çareser bike û ji bo ku xwedî hewldan bin û piştavan bin bo hikûmetê, bang li aliyên Kurdistanî û partiyên siyasî yên Iraqê kir.

 

Herwiha Barzanî ragihand ji bo çareserkirina pirsgirêkan, hemû rê û rêbazên jibilî diyalogê, di berjewendiya gelên Iraqê de nebûne. Divê em hemû ji raboriyê waneyan bigirin û ji bo çareseriyê gav biavêjin. Hemû pêkhateyên li Iraqê, divê şirîk bin di rêveberiyê de û ti pêkhateyek li paş neyê hiştin. Teror hê jî li herêma me gefeke cidî ye. Lewma rêya herî bi bandor a li dijî terorê, pêkanîna yekrêzî û hevgirtinê ye li Iraqê.”

 

BASNEWS

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin