Nêçîrvan Barzanî: Elî Qazî pir bi dilsozî daxwaza yekîtiya gelê Kurd dikir

Nêçîrvan Barzanî: Elî Qazî pir bi dilsozî daxwaza yekîtiya gelê Kurd dikir

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma pêşwaziya li termê Elî Qazî, kurê pêşewa Qazî Mihemed de ragihand, Elî Qazî pir bi dilsozî daxwaza yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd dikir.

Îro di merasîmekê de li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, hejmarek ji berpirsên hikûmetê û nûnerên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê û malbata Qazî, pêşwazî li termû Elî Qazî hat kirin ku ji Almanya hatibû anîn. Di merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Rehmetiyê Elî Qazî, ji ber dîrok û pêgeha malbata xwe, ji ber ku ew yadîgariya pêşwaza Qazî Mihemed bû, di dirêjahiya temenê xwe de, neçar ma ku gelek dijwarî, zehmetî, penaberî, dûrwelatî û êşan bikşîne. Ew her dem di xema yekrêzî û yekîtiya gelê xwe de bû. Heta dawî henase jî, gelek bi dilsozî daxwaza yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd dikir. Ti carî ji xema gel û welatê xwe dûr neket, her ku derfet hebûya, li dû yekîtî û yekrêziya gelê xwe bû. Ev jî ji bavê wî pêşewa Qazî Mihemed jê re mabû, pêşewa nemir jî heta dawî wesiyeta wî her ew bû ku daxwaza yekrêzî û yekîtiya gelê xwe dikir.

Elî Qazî, kurê tekane yê pêşewa Qazî Mihemed roja 10 Tîrmeha 2022 di temenê 89 saliyê de li bajarê Bonn yê Almanyayê koça dawiyê kiribû û îro termê wî li ser erkê Serowezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Herêma Kurdistanê hat vegerandin.

Biryar bû termê Elî Qazî li bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê bi xakê bihata spartin. Lê berpirsên Îranê malbata Qazî li Mehabadê agahdar kirn ku nabe merasîma sersaxiyê were kirin, malbata Qazî ew yek qebûl nekir, ji ber wê termê Elî Qazî dê li Kelarê bi xakê bê spartin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin