Nêçîrvan Barzanî: Doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê

Nêçîrvan Barzanî: Doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê

Serokê Herêma Kurdistanê îro beşdarî duyemîn roja Dîdara Aştî û Asayiş li Rojhilata Navîn a Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan bû û di gotarekê de ragihand, “doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştîyê li navçeyê ye.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Herêma Kurdistanê îro beşdarî duyemîn roja Dîdara Aştî û Asayiş li Rojhilata Navîn a Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan li Duhokê bû û di gotarekê de ragihand, “doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştîyê li navçeyê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di destpêka gotara xwe de spasî û destxweşî li hemû wan kesan kir, ku di sazkirina vê konferansê de li Duhokê beşdar bûne û bi xêr hatina mêvanên derve kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, asayiş û aştî li Rojhilata Navîn mijarên gelek giring ên navçeyê û cîhanê ne û dîyar kir: “Pirsgirêkên Rojhilata navîn ne tenê asayiş û pêwendîyên welatên navçeyê tûşî krîzê kirîye, lê belê bûne metirsî û gef bo ser aştî û berjewendîyên welatên mezin û cîhanê jî.”

Di berdewamîya axavtina xwe de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi rewşa navçeyê kir û got: “Tişta ku li navçeyê çêdibe, encama şaşî û kombûna pirsgirêkên berê û nexşeya jeosîyasî ya piştî şerê cîhanî yê yekem e ku komek kêşeyên sîyasî li navçeyê bêçareser hîşt û ji wan jî doza Kurd.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê Doza Kurd de jî destnîşan kir, ku “Doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştîyê ye li navçeyê.”

Serokê Herêma Kurdistanê bi gotina piştî Bihara Erebî şerê bi wekalet li navçeyê dest pê kir, da xuya kirin: “Piştî Bihara Erebî û rûxana rejîma berê ya Iraqê, rola hin welatan li navçeyê lawaz bû, hin dewletan ji bo ku bibin hêza yekem û pêşeng li navşeyê, dest bi rikeberîyê kirin. Ew bûne sedema serhildana şerê bi wekalet û milmilanîyên navçeyî. Zemîne ji bo destwerdana serbazî ya navdewletî çêbû. Ew bûye sedema germbûna şeran û kêmbûna derfeta navbeynkarîyê, çimku hêzên navdewletî li cihê rola xwe ya navbeynkarîyê, bûne beşek ji şer.”

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser berdewamîya metirsîya DAIŞê kir û da xuyakirin, “DAIŞ hêj jî gef e li navçeyê û li seranserê cîhanê, him weke îdeolojî û him weke komeke çekdarî.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi hewldanên Herêma Kurdistanê bo dabînkirina asayişê li herêmê kir û got: “Stratejîya me belavkirina istiqrar û pêşkevtinê li Herêma Kurdistanê, li tevahîya herêmê ye.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin