Nêçîrvan Barzanî dê pêşwaziya Papa Francis bike

Nêçîrvan Barzanî dê pêşwaziya Papa Francis bike

.

A+A-

Serokê rûhanî yê Katolîkên dinyayê Papa Francis dê di 5-8 ê adarê de serdana Iraqê bike. Papa wê seredana Harêma Kurdistanê jî bike û ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê ve, li payîtext Hewlêrê bê pêşwazîkirin.

Papa dê 5 ê adarê de here Bexdayê û di 7 ê mehê de seredana Hewlêrê bike û li balafirgeha navdewletî ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de bê pêşwazîkirin. Li Herêma Kurdistanê dê bi serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtin bike.

Papa li Bexdayê wê bi serokkomar Berhem salih, bi serokwezîr Mistefa Kazimî re hevdîtinan bike. Di 6 ê adarê de wê seredana Necefê bike û bi lîderê ayînî yê Şîa Alî Sîstanî re hevdîtin bike. Piştî Necefê Papa dê dagere Bexdayê û li dêra Keldaniyan ya Mar Yûsûf de tevlî ayînê bibe.

Li gor bernama Papa, piştî seredana Hewlêrê wê Papa bo kesên li Mûsilê di şer de jiyana xwe dane tevlî merasimekî ayînî bibe.

Papa dê seredana dêra li Qereqûşê ya Tahira El Kubra bike û paşî li Hewlêrê, li stadyûma Franso Herîrî bi tevlîbûna 10 hezar kesî, tevlî merasimê bibe.

Papa, di 8 ê adarê de, dê ji Hewlêrê here Bexda. Li Bexdayê tevlî merasima verêkirina xwe bibe û here Vatîkanê.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin