Nêçîrvan Barzanî çû Almanyayê

Nêçîrvan Barzanî çû Almanyayê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel li paytexta Almanya Berlînê civînek çapemeniyê li dar xistin. Gabriel, dixwaz kir pirsgirêkên ligel Iraqê di çarçoveya destûra Iraqê de bên çareser kirin.

A+A-

Îro 18.12.2017ê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel li Berlînê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Gabriel di civînê de got, Herêma Kurdistanê dixwaze pirsgirêkên ligel Iraqê di çarçoveya destûra Iraqê de bên çareser kirin.

Gabriel ragehand, welatê wan jî daxwaz dike û pêwîst dizane ku peyvendiyên Hewlêr û Bexda asayî bibin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî got ‘’Em ji ber di dema şerê rêxistina terorîst a DAIŞê de alîkarî pêşkeş kirin û herwaha hêzên Pêşmerge perwerde kirin spasiya Almanya dikin. ‘’ Herwaha ragehand, em daxwaza alîkariyê ji Almanyayê û civaka navnetewî dikin ku mafên destûrî yên gelê Kurdistanê li Iraqê bên misoger kirin.

Barzanî ragehand: ‘’Em rêz li biryarên dadgehê digrin. Pêwîst e destûr wekî xwe bê bicîhanîn. Çareserî jî li ser bingeha destûrê bi rêyên guftûgo ve dikare pêk bê.’’

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin