Nêçîrvan Barzanî bo Konferansa Asayişê ya Munchenê hat vexwandin

Nêçîrvan Barzanî bo Konferansa Asayişê ya Munchenê hat vexwandin

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi fermî ji bo 56mîn gera Konferansa Asayişê ya Munchenê hate vexwendin, ku ji 14 heta 16ê Sibata 2020an li Munchenê birêve diçe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îsal 56mîn Konferansa Asayişê ya Munchenê tê lidarxistin. Careke din, Munchen dibe navenda dîplomasî ya navdewletî, û serkirdeyên cîhanê û kesayetîyên akadîmisyen û rêxistinên civaka sivîl bi hev re li konferansa salane ya ssayişê li bajarê Munchenê dicivîne.

Di konferansê de, li kêleka gotûbêjkirina gelek pirsên sereke yên girêdayî asayişa cîhanê, hevdem bi dehan dîdar û civîn li perawêza konferansê birêve diçin.

Biryar e di konferansa îsal de, li kêleka kêşeyên berdewam ên asayişê, hevdem behsa nîgeranîyên paşerojê bê kirin, bi taybetî jî ku teknolojya di pêşketinê de berdewam e, guhdana konferansa îsal jî bêhtir dê bi vê mijarê be.

Berevanî û sîyaseta asayişê, ewlehîya elektronî û gefên teknolojyayê, asayişa mirovayetî, aborî û çavkanîyên asayişê û herwiha asayişa derveyî sînorên welatan, babetên sereke yên Konferansa Asayişê ya Munchenê pêk tînin.

Berê jî Nêçîrvan Barzanî weke serokwezîrê Herêma Kurdistanê beşdarî kiribû û li perawêza konferansê ligel berpirsên bilind ên welatan civîyanû.

Sala 2018an di demekê de ku hêj dorpêçên li ser Herêma Kurdistanê ji alîyê Bexdayê ve berdewam bûn, Nêçîrvan Barzanî bi serokatîya şandekê beşdarî di konferansa Munchenê de kir û li wê derê ligel serokwezîrê wê demê yê Iraqê civîya û wan li ser çareserkirina aştîyane ya kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê gotûbêj kir.

Salane konferansa asayişê ya Munchenê raporteke taybet bi pirsa asayişa cîhanê amade dike û raport çend rojan berî destpêkirina konferansê tê belavkirin. Biryar e roja Duşema bê raporta îsal jî bê belavkirin

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin