Neçîrvan Barzanî: “Bexda, Destûra Bingehîn binpê dike!”

Neçîrvan Barzanî: “Bexda, Destûra Bingehîn binpê dike!”

Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê di civîna çapemeniyê de axivî û got Bexda, pabendî li destûrê nake û wê binpê dike.Her wiha Barzanî diyar kir biryara Dadgeha Federalî yekalî ye û divê hemû babetên destûrê werin cîbicîkirin

A+A-

Di civîna çapemeniyê de Neçîrvan Barzanî diyar kir ku Emerîka dixwaze Kurdistan, di çerçoveya Iraqê de bihêz be. Her wiha Barzanî rexne li helwesta Bexdayê kir û got Iraq, pêbendî bi destûrê nebûye û heke Iraqê referandûm cîbicî bikira wan referandûm nekira. Serpkwezîr Barzanî anî zimên ku tu pirsgirêka wan bi destûra bingehîn nîne lê Bexda tenê babetên li gor berjewendiyên wan bi cih tîne û pabendî bi tevahiya babetên destûrê nake.

‘Dadgeha Federal, beyî nûnerên Kurdistanê biryar girtiye’

Serokwezîr Barzanî li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser referandûmê got biryara Dadgehê yekalî ye lewre ev biryar bêyî nûnerên Kurdistanê hatiye girtin. Her wiha Barzanî diyar kir ku wan behsa hilweşandina referandûmê nekiriye bes bi tenê behsa ravekirina babeta yekê hatiye kirin. Barzanî kirpand ku mafên gelê kurd di destûra bingehîn de diyarkirî ye û tu qanûn nikare vê yekê ji holê rake.

 

Barzanî her wiha da zanîn ku heke Bexda bixwaze mûçeyan bide, ew amade ne digel Bexdayê li hev bikin. Barzanî da zanîn ew ê vê heftiyê digel derûdorên siyasî yên Bexdayê bicivin. Her wiha Barzanî diyar kir hêzên Pêşmergeyê digel hêzên artêşa Iraqê çend civîn pêk anîne da ku şer çênebe û got keşeyên heyî bi rêbazên şerî nikarin werin çareserkirin, divê bi siyasetê werin çareserkirin. Li ser rawestandina geştên asîmanî jî Serokwezîr Barzanî got ev binpêkirina mafên mirovan e. Her wiha, Barzanî diyar kir divê Bexda, ji %17 bûdceyê bo Herêma Kurdistanê veqetîne.

Serokwezîr Barzanî bale kişand girîngiya hevgirtina aliyên siyasî yên Kurdistanî û got divê em weke milet û aliyên siyasî li ser hinek prensiban li hev bikin û divê em yekgirtî bin. Her wiha Barzanî diyar kir ku heke derfet çêbibe ew dixwazin biçin serdana Tirkiyeyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin