”Ne referandûm, dadgeha Iraqê ne yasayî ye”

”Ne referandûm, dadgeha Iraqê ne yasayî ye”

Di sala 2005an de heta niha dadgeha Iraqê bê ku binemaya destûrî û yasayî jê re hebe di karên xwe de berdewam e

A+A-

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser biryara dadgeha federalî ya Iraqê daxuyanîyekê belav kir.

Barzanî destnîşan dike ku, ‘Pêwîst e xelkê Herêma Kurdistanê û welatiyên Iraqê û hemû aliyek bizanin, Dadgeha Federalî ya Iraqê berî pesendkirina destûra Iraqê hatiye dirustkirin û divê ji piştî pesendkirina destûra Iraqê  ya sala 2005an de ew dadgeha niha bihata hilweşandin û dadgeheke li gor peyrewên destûrî ku di madeya (92) ya destûrê de hatiye destnîşankirin, bihata damezrandin û yasayek jê derketiba, lê di sala 2005an de û heta niha ew dadgeh bê ku binemaya destûrî û yasayî jê re hebe di karên xwe de berdewam e.”

Îro Dadgeha Federal a Iraqê derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de biryar dabû û ragihandibû ku refernadûm ne destûrî û yasayî ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin