Ne ‘qedexe' ye, ya rast ‘derbend’ e

Ne ‘qedexe' ye, ya rast ‘derbend’ e

Bi kurtî di zimanê Kurdî de du wateyên peyva “derbend”ê hene. Her du jî nêzikî hev in: 1) Derbend bi wateya “memnû”, ango “qedexe” ye. 2) Derbend bi wateya dera asê, zinar, gelî an zixur e.

A+A-

 

Abdullah Kiran

Ev 30 sal e ku ez bi Kurdî dinivîsim. Heta niha 6 kitêbên min bi Kurdî çap bûne; xeynî ji yekê, hemû jî bi nasnavê Felat Dilgeş. Li gel kitêb û xebatên li ser Kurdî, bêguman min gellek tişt jî wergerandine Kurdî. Du kitêbên ku min bi navê Felat Dilgeş wergerandine Kurdî, yek jê kitêba helbestan ya Ahmed Arif bû ku di sala 1992an de ji alîyê Weşanên Koralê ve çap bû. Ya din din jî kitêbeke Murathan Mungan ya bi navê Cinên Pereyan bû ku ew jî ji alîyê Weşanên Dozê ve çap bû. Wergera Ahmed Arif ji zû ve ye li pîyaseyê tune. Par  weşanxaneyekê xwest ku car din çap bike. Ez li kurê Ahmed Arif, Filînta gerîyam. Camêrî got ku min mafê telîfê daye weşanxaneyekê û ez destûr nadim ku hûn cardin çap bikin. Xêncî vana, bêguman gellek wergerên ku min kirine û hê roj nehatîye ku ez bêjim “min ev karê han kirîye” hene. De îcar herçî nivîsên stûnî ne, bawer bin ez nizanim bê ka min di çend kovar, rojname û malperan de nivîsîne. Rojekê,  gava ku li hev hat û barê me ji erdê hat rakirin, helbet ew ê bibin mijarên tezên master û doktorayê. Bi kurtî heta îro kêm zêde min di dora 2500-3000 rûpelî de bi Kurdî nivîsîye.

Ez kedkar, dildar, dilxwaz, xulam û xizmetkarekî Kurdî me. Ez Kurdîperwer, zimanperest im. Çimkî li gor nêrîna min, rûmet û giranîya milletekî ya li ser rûyê erdê, bi rûmet û sîyaneta zimanê wî ve girêdayî ye. Hezkirina ji me, ji hezkirina ji zimanê me bêtir nîne. Min xwe dît û nedît, ji roja ku min xwe nas kir vir ve, min xwest ku ez ala zimanê Kurdî hildim jor û berz bikim. Bawerîya min ev e ku hundabûna peyveke Kurdî, ji bindestî û ketina keleheke welat xetertir û xerabtir e. Her tiştê ku hunda dibe dikare bê dîtin an cihê wî were dagirtin, lêbelê peyv û gotina ku hunda bû ji kîsê me diçe, bi şûnda nayê.

Loma gazina min a herî mezin ya ji gelê me, gazina li ser ziman e. Sed heyf û mixabin ku em rûmet û sîyaneta zimanê xwe nagirin. Mîrasa me ya herî mezin ya ku ji bav û kalan maye, zimanê Kurdî ye. Belê em lê xwedî dernakevin. Vê mîrasa ku bav û kalên me bi hezaran salan parastin û gihandin roja me, me di nav 40- 50 salên dawî de anî ber qedandinê. Em mîrasxwir in, mîrasxwir!

Çîroka min û peyva 'Derbend'ê

Yê dizane dizane… Gohê min her gav li ser peyv û gotina Kurdî xwar e. Wek parsekekî destvekirîyê ku li pey rizkê zarokên xwe digere, min jî destê xwe vekirî, ez li peyvên Kurdî digerim. Ez nêçîrvanekî peyvên Kurdî me. Hin bi dîtîna xezîneyekê şa dibin, lêbelê ez bi dîtîna peyveke nû ya Kurdî dilxweş û dilgeş dibim. Mîras û xezîneya min a herî mezin peyvên Kurdî ne. Çend sal berê li Unîversîteyê, min bi xwendekarên xwe yên master û doktorayê re li ser Whatsappê koma “nêçîrvanên peyva Kurdî” vekir.  Ev koma me hê berdewam e. Îcar ji ber ku kesên der û dora min baş dizanin ku meyla min li ser Kurdî xwar e, gava ku ew peyveke nû an li ber mirinê dibihîzin, tên û ji min re dibêjin.

Rojekê li Mûşê ez li qehweyê bi çend dost û hevalan re rûniştibûm. Camêrekî ku li gund dimîne û demekê jî şaredarîya navçeyeke piçûk kirîye, ji min re got: “Tu zanî ev peyva ‘yasak’ ango ‘qedexe’ bi Kurdî çi ye?” Min got “ gelo çi ye?” Wî got “”derbend” e.  Min jê xwest ku çend nimûneyan bide. Wî jî dest pê kir û çend nimûneyên weha dan:

-Îsal Mîrê Botan çûyina zozanan derbend kir.

-Leşker girt ser gund û ketina malan derbend kir.

-Par me li sûka Farqînê tirî difirot, lêbelê îsal dewletê derbend kir.

-Min xwest ku biçim Îranê, lê gotin bê pasaport derbend e.

Piştî vê yekê ez rabûm bi pey gotinê ketim û min dît ku bi rastî jî li hêla Serhedê hê jî ji alîyê hin kesan ve tê bikaranîn. Min ji çend xwendekarên xwe yên master û doktarayê jî pirsî, bê ka gelo bingeh û binyada vê gotinê, bi vî cûreyî heye an na. Çend kesan ji wan jî ez piştrast kirim ku gotina “derbend”ê bi wateya “memnû,” ango “qedexe”yê tê bikaranîn. Hingê min rabû ev peyv li ser ferhenga akademîk zêde kir.

Paşê me li ser tora civakî bi çend hevalan re li ser peyvê devjenî kir, bê ka gelo ev peyv bi wateya “qedexe”yê di metnên klasik de hatîye xebitandin an na. Min bala xwe dayê ku Melayê Cizîrî peyva“derbend”ê di “Dîwan”a xwe de pênc caran bi kar anîye ku ji vana du caran bi kêmanî, bi wateya “memnû” ango “qedexe” ne. Ka em bala xwe bidin Cizîrî:

Mînak 1:Çendekî şîrînpuser derbendê dîwana te bin

Bendê şapûrê te bin ta Xusro û Şapûrî bî

Li gor nêrîna min, bi awayekî sivik beyta jorîn dikare weha bê şîrovekirin: Bila çendekî, an çend roj, ketina şîrîn lawikan ya dîwana te  “memnû” ango “qedexe” be.

Mînak 2: Biska sîyah ra’ne ye mest yek dî bi heyran pê ve dest

Hemyan bi mestî helqe best derbendê ew zilfa reş in.

Her weha di vê beyta Cizîrî de jî “derbend” di beyta dawî de bi wateya “memnû” ango “qedexe”yê de ye. Dixwaze bêje, bi ser ku hemûyan jî çav kirine “zilfa reş”,  ewê zilfa reş ji bo gişkan jî “memnû” ango “qedexe” be.

Gava ku em li peyvzasîya gotina “derbend”ê dinêrin, em dibînin ku peyv ji “der” + “bend” çêbûye ku bi wateya derîyê girtî, derîyê radayî, derîyê bendkirî, derîyê asikirî; ta an werîsê girtî, an jî rê û sînorê girtî ye. Kifş e ku bi “derbend”ê rê li ber kirina kar an tiştekî tê girtin. Ango çênabe ku ew kar an tişt bê kirin.  Jixwe “memnû” an jî “qedexe,” her du jî bi wateya rê li ber kirina kar an tiştekî girtinê ne. “Ban” a Îngilizî jî bi heman wateyê ye. “Memnû” ji Erebî, “qedex” ji Farisî tê. Faris  peyva “memnû” bikartînin, Azerî jî dibêjin “qedexe.”

Pevva “derbend”ê di kovara Hawarê de di çar cihan de derbas dibe; ku yek jê helbest e, yek jê jî nivîsek bi Soranî ye. Peyv kêm zêde di hemû cihan de bi heman wateyê hatîye xebitandin:

1) “Alikan dixwest neyarê xwe ê mêrxas Hemûşê Kulik di derbendeke holê da zemt bikin (Pira Genderê û Hemşê Kulik, Hej. 52).

2)“Hinga piştî van zirtan/ Girtin derbend û gavan (Rovîyê Ker,  Hej.52).”

3) “Şikanî Evdulrehman paşay babanî; ji derbendi Bazyan be karî Xalid paşay birayewe bû (Havindê Sorî, “Hawarî bêganeyek,” Hej. 17).

 4) “Di paşîyê de spasan li camêrên serkur û derbend dikirin ko tê de şêrên wek Biro, îhsan û Ferzende rabûbûn ( Osman Sebrî,” Li Goristanek Amadê,” hej. 21)

Bi kurtî di zimanê Kurdî de du wateyên peyva “derbend”ê hene. Her du jî nêzikî hev in: 1) Derbend bi wateya “memnû”, ango “qedexe” ye. 2) Derbend bi wateya dera asê, zinar, gelî an zixur e. Qasî ku ez dizanim, peyva “qedexe,” 10 -15 salên dawî, bi taybetî bi rîya medyayê belav bû. Dibe ku Kurdên Ermenîstanê ji zû ve bikartînîn. Lêbelê di edebîyata me ya klasik de ev peyv tune. Di edebîyata me û zimanê çîrokên me de “derbend” heye.  Me divê ku em li peyva xwe xwedî derkevin. Bextê we me dev ji peyva “qedexe” ya ku fonetîka wê nexweş e û bilêvkirina wî zêde li bejn û bala zar û zimanê me nayê berdin. Li peyva xwe, li milkê xwe “derbend”ê vegerin.  Jixwe derbendîyên li ser zimanê Kurdî gellek in, hûn jî derbendîyekê daneynin ser vê peyva me ya şêrîn û delal.

Ev nivîs ewil li Rûdawê hatîye weşandin

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin