Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin

A+A-

Bilindkirina ala Kurdistanê li ser banê saziyên fermî li Kerkûkê, wekî hercar, bû sebeba bertekên xêrnexwazan.
Ne tenê di hundirê Iraqê da, herweha Tirkîyê û Îranê jî rêgeza „têkilnebûna karê navxweyî“ wekî hercar binpê kirin û bertek nîşan dan, lê netûnd û deriyê xwe ji peywendîyan ra negirtin.
Ev balkêş bû.
Bila em zanibin, ku him di hiqûka Iraqê da taybetî di makezagona vî welatî da û him jî, di hiqûka navneteweyî da cîyê van bertekan tine ye.

Rêveberîya başûrê Kurdistan’ê û parêzgarîya Kerkûk’ê li beramber van bertekan bi paşve gav neavêtin, berevajî dest bi amedekarîya rapirsîna serxwebûna Kurdistan’ê kirin.
Li vira divê em parêzgarê Kerkûk’ê Necmetîn Kerimî pîroz bikin, peyamên piştevaniyê jê ra bişînin.

Kerkûk Kurdistan e, ev rastîyek dîrokî û demografîk e, ti hêz nikanin vê rastîya dîrokî û demografik berevajî bikin û vî bajarî dîrokî ji erdnîgarîya Kurdistan’ê veqetînin.

Bilinkirina ala Kurdistan’ê li ser banê saziyên fermî li Kerkûk’ê û bertek û gefên xêrnexwaza, berevajî hêvîya xêrnexwaza karê û barê hêza siyasîya başûrê Kurdistan’ê geş kir, di demek gellekî kurt da, wekî bayê bezê, him li Bexdad’ê û him jî li Hewlêr’ê dest bi peywendî û agahdarîyê hat kirin.
Du komîte hatin damezrandin, yek bi mebesta serdana Bexdad’ê û peywendiyên bi hêzên siyasîyên Iraqê va, peywira ya din, bi partîyên Kurdistanî û mîsyona dewletên (konsolosên li Hewlêrê) Hewlêr’ê va civîn, peywendî û ragihandin bû.
Bi qasî têt ragihandin, heta vê demê ji peywendiyên herdu komîteyan ti encamên neyînî rû nedane.
Bê guman ev pêşveçûnek gellekî girîng e.

Partiyên Kurdistanî, jexin Cepheye Tirkmen, hemû piştevanîya rapirsîna serxwebûnê dikin, bawerim wana jî fam kir ku li Rojhelata Navîn da tenê li Kurdistan’ê dikanin di nav ewlehîyê da bijîn.
Kaosa herêmê û helweta başûrê Kurdistan’ê, herweha bi giştî ya neteweya Kurd li ber çavan e, helwest û reftara neteweya Kurd di barê pêkevejîyanê da têt dîtin, taybetî dewletên têkildarên herêmê bi nêzik va vê rastiyê dişopînin.
Rastiyek dîrokîye, min divê dubare bikim, heta îro bi avakî sîstematîk û merkezî, carek din dibêjim bi avakî sîstematîk û merkezî gelê Kurd ti zirar nedaye cîranên xwe, ti mînak tine ne ku neteweya Kurd bi avakî sîstematîk û bi biryarek merkezî zirar dabe kêmjimarek (etnisîte) din, ev realîte bona gavên îro encamek erênîye.
Nexweşiyên dema Dewleta Osmanî, ne bi biryarek sîstematîk û merkezî ya gelê Kurd bû.

Bi bawerîya min, qada navdewletî baş fam dike ku aramîya Rojhelata Navîn bi çarenivîsa neteweya Kurd va pabend e.
Piştê derketina DAEŞê û rêxistinên terorîst, qetlîam û wêrankarîya li herêmê, li beramberê vê bobelatê (felaket) qehremanîya pêşmerge û şervanên Kurd hat dîtin, bê guman ev di encama bedelên gellekî giran da bû.
Îro rojava û başûrê Kurdistan’ê bûye stargeha şêniyê ne Misilman.

Di hêla din da, destê başûrê Kurdistan’ê bihêz e, di hinek mijarên girîng da.
Hinardekirina (îhracat) him Tirkîyê û him jî Îran ya başûrê Kurdistan’ê bona aborîya herdu welatan gellekî girîng e.
Bila xelet neye fam kirin, mirov kane bêje ku „devê herdu dewletan tamijî“ êdî dê çawa dev jê berdin?
Bê guman, pêdivîya başûrê Kurdistan’ê bi vê hawirdekirinê (îthalat) heye, lê rewşa aborîya herdu welatan dê ne hêsa bibe, eger ev hawirdekirin qut bibe.
Herweha dewlemendîya başûrê Kurdistan’ê di hêla petrol û gaza sirûştî da, ev jî keyseke di dest da.
Dîsa bona geşt û guzariyê, him havînê û him jî zivistanê, dewlemendîyek gellekî mezin e, ernîgarî û îklima Kurdistan’ê.
Hêj dê gellek keys (îmkan, koz) hebin, di destê başûrê Kurdistan’ê da.

Bi bawerîya min, him Tirkîyê û him jî Îran dê nötr bin li beramberê rapirsînê û ragihandina serbixwebûna Kurdistan’ê, bes divê Kurd yekrêz bin.

Neteweya Kurd bedelên gellekî giran dan.
Serxwebûna Kurdistan’ê taybetî doza dused salên dawî ye, di ber azadîya Kurdistan’ê da bi sedan hezar kes şehît ket, lê dîsa jî, ti demê têkoşerên doza neteweyî dest ji têkoşînê bernedan, dê bernedin jî.
Ev doza bav û kalan e, hezar sal jî here dê di mecraya xwe da bimeşe, wekî robarekê, ku rêavê (mecra) li ber xwe rast dike û diherike menzîla xwe.
Gelo pêkan e ku bi zilm û zordariyê, bi dek dolaban robarek berevajî bêt herikandin?
Bê guman, bersiva vê pirsê NA ye, ne pêkan e ku doza neteweyî jî bêt fetisandin, heta û heta bêt têk birin.
Dibe, hinek rêxistin û kes bikevin dafika xêrnexwazan, lê bi giştî robar dê di rêava xwe da biherike, xwe bigehîne deryayê.


11.04.2017/Semsûr

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin