Nayê zanîn Tirkiyê cenazeyên li Efrînê birine ku derê

Nayê zanîn Tirkiyê cenazeyên li Efrînê birine ku derê

.

A+A-

Encûmena Malbatên Şehîdan a Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku ji bo eşkerekirina cihê cenazeyê wan şervanên YPGê, ku demekê beriya niha ji aliyê Tirkiyê ve li Efrînê hatibûn derxistin, û biribûn cihekî ne diyar, bikeve liv û tevgerê.

Hevserokê wê Encûmena Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Fewzî Mistefa ragihan ku divê cihê cenazeyên wan şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) were eşkerekirin, ku di şerê li hemberî Tirkiyê û gurûpên çekdar de li herêma Efrînê jiyana xwe ji dest dabûn.

Fewzî Mistefa got ku divê civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan, ji bo eşkerekirina cihê cenazeyên şervanên YPGê bikevin liv û tevgerê.

Bi gotina Fewzî Mistefa li gorî zaniyariyên wan, beşek ji cenazeyan birine goristana Henan a li ser rêya Efrînê û navçeya Şerayê.

Fewzî Mistefa diyar jî kir, ku Tirkiyê û gurûpên çekdar goristanên şehîdên YPGê xerab dikin û li navenda Efrînê goristana bi navê goristana Şehîd Avesta Xabûr jî kirine bazara ajelan.

Li nav bajarê Efrînê, berî çend rojan goristanek hat vekirin û 35 term jê hatinbûn derxistin.

Tirkiyê ku li gel grûpên çekdar dest bi ser Efrînê de girtiye, ragihandibû ku li navenda bajarê Efrînê goreke bikom hatiye dîtin û li ser wê gorê YPG tometbar kiribû.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan li Efîrnê Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re gotibû ew wek Rêxistina Mafê Mirovan dibêjin, ev goristan piştî êrişên Tiriyê û çekdarên Sûriyê yên girêdayî wê di sala 2018an de ji ber ku xelkê nekarin miriyên xwe li cihekê din veşêrin, hate vekirin û ew ne goreke bi komî ye, têde herkes hatine veşartin.

Derbarê mijarê de Berdevkê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd jî peyameke vîdyoyî belav kiribû û û gotibû ku dema ku artêşa Tirkiyê nêzikî Efrînê bû, ew goristan li navenda bajarê Efrînê hate avakirin û di goristanê de 71 cenazeyên şehîdan hene yên ku di encama êriş û topbarana Tirkiyê ya li ser Efrînê de şehîd bûne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin