Naveroka serdana Barzanî bo Îranê eşkere bû!

Naveroka serdana Barzanî bo Îranê eşkere bû!

Berî demekê, şandeyeke Herêma Kurdistanê bi serektiya Serokwezîr Nêçîrvan Bazanî serdana Îranê kir û bi rayedarên wê re civiya. Berpirsê peywendiyên Herêma Kurdistanê Ebdullah Akreyî ji Spuntik Kurdistanê re derbarê wê serdanê de axivî.

A+A-

Berî çend rojan, şandeke Hikûmeta Herêma bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê wî Qubad Talebanî, Cîgirê Qubad, Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fuad Hisên, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û Berpirsê Peywendiyên Herêmê Ebdullah Akreyî li gel Komara Îslamî ya Îranê serdana Bexdayê kir û paşê jî serdana Îranê kir.

Piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, ev cara yekem e ku şandeke hikûmetê serdana Îranê dike.

Berpirsê peywendiyên Herêma Kurdistanê Ebdullah Akreyî ku yek ji endamên wê şandeyê bû ya ku çûbû Îranê, ji bo Sputnik Kurdistanê naveroka wê serdana xwe eşkere kir û ragihand: "Piştî bûyerên 16ê Cotmehê bo yekem car şandeke wiha bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Îranê dike. Lê berî niha 2 şandeyên hikûmeta Îranê serdana herêmê kir û wan herdû şandeyan xwest ku peywendiyên di navbera herdu aliyan de bên xurtkirin. Her li ser daxwaza Hikûmeta Îranê, şanda hikûmeta herêmê serdana Tehranê kir û pêşwaziyeke pir germ jê re hat kirin. Hevdîtin û civînên me li gel çar berpirsên Îranê bûn. Yek ji wan Serokkomar Hesen Rûhanî,  li gel Rûhanî şanda Herêma Kurdistanê bahsa gelek mijaran kir û Rûhanî soz da ku Îran dê wekî dostekî li gel Herêma Kurdistanê bimîne. Herwiha Rûhanî aşkere kir ku ji bo Hewlêr û Bexda li ser destûra Iraqê li hev bikin û wan nêzîkî hev bike dê rol bilîze da ku kêşeyan di navbera xwe de çareser bikin.”

"ÎRAN DIXWAZE BIBE DOSTEKÎ NÊZÎK A KURDAN"

Ebdullah Akreyî destnîşan kir ku:" Serokkomar Hesen Rûhanî, Serokê Parlamentoyê Elî Larîcanî û Sekretêrê Giştî yê Civata Ewlehiya Neteweyî yê Îranê Elî Şemxanî, soz dane şanda Herêma Kurdistanê ku ew dixwazin Herêma Kurdistanê herêmeke bi hêz û xurt be û Îran dixwaze dostekî nêzîk ê herêmê be. Herwiha tevan diyar kir ku ew dê hewl bidin ku li gor destûra lraqê hemû mafên Herêma Kurdistanê bên dayîn û neyên  binpêkirin.”

‘EM DIXWAZIN TOLA GIRTINA DERIYÊN SÎNORÎ YA DU MEHAN JI BO GELÊ KURD HILDIN’

Herwiha Ebdullah Akreyî derbarê peywendiyên aborî û bazirganî yên di navbera herêmê û Îranê de de got: “Serokkomar û Serokê parlamentoya Îranê teqez kiriye ku divê hemû deriyên sînorî li gel Herêma Kurdistanê vekirî bin. 3 deriyên fermî hene ji bilî wan jî 5 deriyên din hene ku ne fermî ne û hemû jî vekirî ne. Em dixwazîn tola girtina deriyên sînorî ya 2 mehan ji bo xelkê Herêma Kurdistanê hildin. Herweha berpirsên Îranê bi taybetî Hesen Rûhanî teqez kir ku divê bizava bazirganî û aborî li gel Herêma Kurdistanê xurttir bibe û hemû waran bihewîne û got: “ Rewş li Îranê û bi taybetî jî li Kurdistana Îranê bo we pir guncaw e ku kampaniyên Herêma Kurdistanê bên û li wan devera karê veberhênanê bikin.”

"ÎRANÊ XWEST KU TI KOMÊN ÇEKDAR JI KURDISTANÊ DERBASÎ ÎRANÊ NEBIN"

Berpirsên Peywendiyên Îranê derbarê peywendiyên ewlehî û aramiyê de got: "Sînorê herêmê û Îranê zêdetirî  600 kîlometreyan e. Berpirsên Îranî xwestin ku ji bona parastina berjewendiyên herdu welatan, pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê ewlehiyê de alîkar be û rê nede ti komên terorîstî ku li ser sînorê herdu aliyan, karê terorîstî û têkder bikin. Herwisa berpirsên Îranê xwest ku bi ti awayekî nabe, rê bi çekdar û komên terorîstî û tundkar bê dayin ku bi rêya deriyên sînorî bikevin nava xaka Îranê û karên terorîstî bikin û cardin vegerin bo Herêma Kurdistanê.  Ev daxwazî jî li pey yasayên navdewletî ye ku taybet bi parastîna sînorên hevbeş e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin