Naveroka rêkevtina Rûsya û Tirkiyê li ser Idlibê eşkere bû

Naveroka rêkevtina Rûsya û Tirkiyê li ser Idlibê eşkere bû

Piştî hevdîtina di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rusyayê Vîlademîr Putin de ku li bajarê Soçîyê hatib

A+A-

Li gorî rêkevtinê dê herêmeke bêçek ya 15 heta 20 kîlometreyan were ava kirin û çavdêrî û parastina vê herêmê jî  dê erkê  serbazên Tirkiyê û Rusyayê be.

 

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî ragehand ku dê heta 15ê Mijdarê hemû çekdarên grubên tundrew ji herêma bêçek werin derxistin.

 

Rêvektina di navbera Tirkiye û Rusyayê de weke “ rêkevtina Idlîbê” jî tê bi nav kirin, ji deh xalan pêk tê;

 

Xalên Rêkevtina di navbera Tirkiye û Rusyayê de li ser Idlibê wiha ne:

 

1-Herêmên “ kêmkirina aloziyan li Idlîbê” dê werin parastin. Tirkiye dê xalên xwe yên çavdêriyê bihêztir bike.

 

2-  Rusya dê ji bo ku li Idlîbê çi Operasyon nehên encam dan, bergiriyên pêwîst bigre û dê rewşa heyî were parastin.

 

3- dê herêma bêçek li ser hêremeke 15- 20 kîlometre were ava kirin.

 

4- sînorên herêma bêçek dê li gorî xebatên serzemînî werin destnîşan kirin.

 

5- hemû rêkxistinên terorî û tundrew dê heta 15ê Mijdarê ji herêma bêçek werin derxistin.

 

6- Çekên weke Tank ( debabe ) , Qezîfe û top û hawên û çekên din yên giran yên  di destê grubên çekdar de dê heta 10 Cotmehê ji herêma bêçek werin vekişandin.

 

7- çavdêriya herêmên bêçek dê  ji aliyê serbazên Rusya û Tirkiyê ve were kirin. heman demê dê  çavdêrî û  şopandina rewşa  herêmên bêçek   bi frokeyên çavdêr jî were kirin. 

 

8- Dê ewlehiya rêya M4 – M5 were parastin û heta dawiyê salê dê rê ji bo hatûçûyê were vekirin.

 

9- ji bo ku li Idilîbê agribest were parastin dê bergiriyên pêwîst werin standin. Navenda Hevahengiyê dê di navbera  Îran , Tirkiye û Rusya de were ava bikirin.

 

 

10- her du alî  jî li gorî her geşedanekê, biryara xwe ya di derbarê tekoşîna li dijî terorîzmê de dubare dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin