Naveroka civîna aliyên siyasî yên Kurdistanê eşkere bû: Nêzîkî hev bûne…

Naveroka civîna aliyên siyasî yên Kurdistanê eşkere bû: Nêzîkî hev bûne…

.

A+A-

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, îro 10ê Tebaxê roja Çarşemê duyemîn civîna xwe bi seroktiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û beşdariya Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê li dar xist.

Hat ragihandin ku di civîna duyem a di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hevtêgihîştin di navbera aliyên siyasî de çêbûye û di çend xalan de jî aliyên Kurdistanê nêzîkî hev bûne.

Li gor zanyariyan, di civînê de hatiye diyarkirin ku sîstema hilbijartinê ji bo pêkhateyan bi yek bazneyî bimîne, lê belê tenê di dengdana giştî de beşdar bin û dengdana taybet li xwe negire ku li ser vê mijarê biryara dawî hîn nehatiye dayîn.

Di civînê de aliyan li ser li hev kiriye ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Kurdistanê were çalakkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser sîstema hilbijartinê beriya niha diyar kiribû,sedî pêncî bi pêncî be ku ji sedî pêncî firebazne be û ji sedî pêncî yekbazne be.

Lê belê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û aliyên din partiyên din ji vê pêşniyarê nerazî bûn ku di civîna îro de jî biryara dawî li ser vê mijarê nehatiye dayîn.

Tê çaverêkirin aliyên siyasî yên Kurdistanê di destpêka meha Îlonê de jî li hev bicivin û biryara dawî li ser van pêşniyaran bidin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin