Navenda Teşkîlata PDKÎ li derheq bûyerên çend rojên derbasbûyî daxuyaniyek belav kir

Navenda Teşkîlata PDKÎ li derheq bûyerên çend rojên derbasbûyî daxuyaniyek belav kir

.

A+A-

Navenda Teşkîlata PDKÎ derheq bûyerên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û daye zanîn: “Ciwanên welat berevajiyê caşan, êrîşê li ser malê kesê nakin, lê kirarên caşan jî bê bersiv namînin.”

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Xelkê xebatkar ên Kurdistanê!

Endam û alîgirên Hizba Demokrat!

We di heyama wan du mehên derbasbûyî de bi fîdakariya xwe, binyata desthilatdariya rejîma kevneperest û dijî jin a Komara Îslamî hejandiye. Lewma nabe bi Komara Îslamiya Îranê re îzin bê dan ku rûmeta şoşergêrane û kurdaneya we bi hindek karên kirêt û dûr ji hemû deb û adetên Kurdane, xirab bike.

Cezakirina caş û bi kirêgirtiyên rejîmê ji sivikatîkirin bi mal û zarokên wan cuda ye û ti gumanek tê de nîne eva di berjewendiya pîlanên rejîmê bo serkutkirina hovane ya xelkê de ye û rûmeta tevgera me kirêt dike. Lewma hewce ye ciwanên şoreşger ên welat xwe ji wê pîlana rejîmê dûr bigirin û hesaba kesên caş û bi kirêgirtî ji mal û zarokên wan cuda ye.

Herwisa em ji vê derfetê mifahê verdigirin û daxwazê ji çekdarên rejîmê dikin ku pêdeçûnekê rewşa xwe bikin û heta dem maye bizivin nav xelkê xwe. Hevdem em daxwazê ji ciwanên serhildêr ên Kurdistanê dikin ku tevî domandina serhildanê û berdewamkirina xebata xwe ya nû di qadan de, xwe ji hin kiryarên hisdar biparêzin da ku reftar û helwîstên we berevajiyê daxwaziyên rejîmê bin. Bi kêgirtiyên rejîmê ku bi awayek tirsinokane û di şevê de êrîşê ser malbatên şehîd û pêşmergeyan dikin û teqeyê li malên wan dikin, divê bizanin ku ciwanên welat tevî ku wek wan reftar nakin û êrîşê bo ser malên wan nakin, lê wan jî bê bersiv nahêlin.

Em car din daxwazê ji xelkê serhildêr ên Kurdistanê û bi taybet ciwanan dikin ku agehdarê pîlanên rejîmê bin û tevî xweparastin ji tundûtîjî û parastina mafê rewa yê xweparêziyê, serhildana xwe bidomînin.

Bi hêviya serkevtinê

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

(Kurdistan Media)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin