Navenda Pena Kurd bi daxuyiyaniyekê ji birêvebriya Kurdistana Rojava daxwaz kir ku bûyera şewitandina Arta FM-ê ronî bike

Navenda Pena Kurd bi daxuyiyaniyekê ji birêvebriya Kurdistana Rojava daxwaz kir ku bûyera şewitandina Arta FM-ê ronî bike

Navenda Pena Kurd bi daxuyiyaniyekê ji birêvebriya Kurdistana Rojava daxwaz kir ku bûyera şewitandina Arta FM-ê ronî bike û kê kiribe were darizandin.

A+A-

Navenda PENa Kurd bi daxuyaniyekê ji birêvebriya Kurdistana Rojava daxwaz kir ku bûyera şewitandina Radyoya Arta FM-ê bê ronîkirin û ew kesên ev yek kirine werin drizandin. Hejayî gotinê ye ku Radyoya Arta FM-ê ji Amûdê weşana xwe dikir, weke radyoyeke desthilatdariyê dihate nasîn û beriya bi çend rojana ji aliyê kesên nenas hatibû şewitandin.

Metna daxuyaniya PENa Kurd ev e:

'' Tekoşîna Kurdan ya li ser vê axê ya azadî û wekheviyê ne tekoşîna van rojan e.

Bi dehan sal e, li her çar perçeyên Kurdistanê Kurdan li dijî neyarên xwe, li dijî dagirkerên xwe şerên man û nemanê dane.

Bi vê tekoşînê pêşî li başûrê Kurdistanê û anha jî li rojavayê Kurdistanê Kurdan destkeftinên mezin bi dest xistin, ku ev yek ji bo hemû Kurdan dibe moral û hêz, da ku gelê Kurd wekî hemû netewên din yê dinyayê serbixwe karibe bijî.

Bêguman di van pêvajoyan de tiştên nexweş û ne yê bi dile me jî dibin.

Eger ev kirina ne bi zanebûn û sistematik bin, rê ji çareseriyên wan re tên dîtin.

Herî dawî li rojavayê Kurdistanê, li Amûdê ji aliyên hin koman ve êrîşek bi ser radyoya Arta Fm ve hatiye kirin û cihê wê hatiye şewitandin.

Bêguman her kes wekî pêreaxêv desthilatdariya anha nas dike û ji wan daxwaz dike, ku ev yek bê ron kirin û kesên ev yek kiribin, bên darizandin, û desthilatdariya li Rojavayê welêt bi dadimendiya xwe baweriyê bide hemû niştecihên ku li rojava dijîn, ku bêjin ji hemû tiştên we em berpirsiyar in, û wê tu carî ji aliyên Kurdan ve tu kes di bin nedadimendiyê de nejî.

Emê şopdarên vê bûyerê bin û ji bo zelalkirina wê, emê benda agahiyên rayadarên Rojava bin.

Bi hêviya jiyaneke azad û serbixwe bo hemû nerîn û ramanên cuda yên Kurdistanî.''

 

Navenda PENa KURD

04.05.2016

Etiket :
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin