Navenda Metro: Li Herêma Kurdistanê azadiya rojnamevaniyê paş dikeve

Navenda Metro: Li Herêma Kurdistanê azadiya rojnamevaniyê paş dikeve

.

A+A-

 Sekreterê Giştî yê Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamegeran Rehman Xerîb ragihand ku ji ber girtina rojnamevanan û sînordarkirina azadiya derbirînê, Herêma Kurdistanê nuha di raportên navneteweyî de ji Iraqê cuda nabe û got: “Li Herêma Kurdistanê azadiya rojnamevaniyê paş dikeve” Rehman Xerîb herwiha diyar dike ku li Herêma Kurdistanê pêştir rewş wiha nebû.

Sekreterê Giştî yê Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamegeran Rehman Xerîb îro Şemiyê 25ê Sibata 2023yan ji Rûdawê re got: “Iraq di binê lîsteya welatên azad de ye, ji bo rojnamegerî û azadiya derbirînê.”

Li gorî amarên Navenda Metroyê di sala 2022 an de rojnamevan li Herêma Kurdistanê ne di rewşeke baş de bûn û di vê serdemê de 431 binpêkirin li dijî 301 rojnamevanan pêk hatin. 

Rehman Xerîb amaje bi rewşa azadiya rojnamevaniya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de kir û got ku berê di raportên navdewletî de Herêma Kurdistanê ji Iraqê cuda bû, lê niha behsa wan bi hev re tê kirin û ji ber girtina rojnamevanan, Herêma Kurdistanê ew taybetmendî ji dest daye.

Xerîb herwiha rexneyan li sînordarkirina azadiya rojnamevanî û raderbirînê jî dike û dibêje, niha divê li Herêma Kurdistanê ew yek bê qebûlkirin ku şaşitî û kêmasî hene û li gorî raporên navdewletî, Herêma Kurdistanê sal bi sal lipaş dikeve.

Navenda Metroyê di Tebaxa 2009an de "bi hewldanên komek rojnamevan û çalakvanên mafên mirovan, bi hevkariya Peymangeha Rojnamevanên Şer û Aştiyê" ku li gorî malpera wan bi armanca "şopandina azadiya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê" hatiye damezrandin.

Navenda Metro li gor yasaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin û destûra fermî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye û nûnerên wê li bajarên Herêma Kurdistanê û Bexdayê û hin paytextên Ewropayê hene.

Rêkxerê navendê herwiha got ku tundûtûjî û girtina rojnamevanan li hemû bajarên Herêma Kurdistanê heye "Azadiya înternetê, azadiya xwepêşandanê, azadiya ramanê, azadiya rexnekirinê, azadiya xwepêşandan û rojnamevaniyê li gelemperiya Herêma Kurdistanê li paş dikeve."

Li gorî amarên Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamegeran di sala 2022an de li dijî 301 rojnameger û saziyên medyayê 431 binpêkirin pêk hatine: 

Pêşîlêgirtin: 195

Desteserkirin û şikandina tiştên rojnamegeriyê: 68

Êrîş, gef û heqaret: 46

Bêyî biryara dadgehê desteserkirin: 64

Girtina bi biryara dadgehê: 4

Lêdan û birîndarkirin : 26

Girtina ofîsên qenalan: 1

Êrîşa mûşekî: 2

Êrîşa li mala rojnamevan : 3

Êrîşa elektronîk: 6

Binpêkirina girêbest: 16

 

ÇAVKANÎ: RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin