Navenda Hewkariya Partiyên Kurdistan – Îranê daxuyaniyekî belav kir

Navenda Hewkariya Partiyên Kurdistan – Îranê daxuyaniyekî belav kir

.

A+A-

Roja 14.11.2022yê piştî binke û cîhên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Koye û li Zirgwêz (Silêmanî) bi dron û mûşekan ve ji aliyê Sipaha Pasdarên Îranê ve hatin bombebaran kirin û şehdî û birîndar çêbûn, Navenda Hewkariya Partiyên Kurdistan – Îranê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya Navenda Hewkariya Partiyên Kurdistan – Îranê de hat ragehandin: ‘’Îro binke û cîhên Partiya Demokrata Kurdistan – Îran li Koye û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê li navçeya Silêmaniyê ketin ber êrîşa mûşekî û dronên Komara Îslamî ya Îranê.’’

Herwaha ragehand, di êrîşê de li gel ziyanên madî, 2 kes ji hevalên me şehîdbûne û hejmarek jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya Navenda Partiyên Kurdistan – Îranê: ‘’Em wek Navenda Hewkariya Partiyên Kurdistan – Îran, vê êrîşa hovane şermezar dikin û daxwaz ji navendên navnetewî û rêxistinên mafê mirov dikin ku li hember wî tewanê Îranê û bombebaranên binke û cîhên partiyan ku hejmarekî berçav malbat û jin û zarok têde jiyan dikin, bêdeng nebin.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin