Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê bang li bang li Neteweyên Yekbûyî kir

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê bang li bang li Neteweyên Yekbûyî kir

.

A+A-

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê, ji bo bala raya giştî û alîkarîya cîhanî beyanekî belav kirîye.
Eva jî teksta beyanê ye;

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê: Alîkariya gelê Kurd bikin

Birêz sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî!
Konferans û Komeleyên Cîhanê!
Dewlet û Rêxistinên Mafên Mirovan!
Di ser xwepêşandanên girseyî yên Îranê re nêzî 70 roj derbas bûn. Ev serhildan bi kuştina hovane ya Zîna (Mehsa) Emînî ji aliyê polîsên Komara Îslamî ya Tehranê ve hat destpêkirin. Ev xwepêşandan li bajarê Seqizê yê Kurdistanê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi awayekî pir aştiyane dest pê kir û li hemû Kurdistan û deverên din ên Îranê belav bû. Lê belê berteka Komara Îslamî ya Îranê li hember vê rewşê, di destpêkê de înkarkirina kuştina Zînê bû û piştre bi awayekî hovane tepeserkirina xwepêşanderan û kuştina bi sedan kesên din û birina xwenîşandanên aştiyane ber bi tundî, kuştin û girtinê ve bû.
Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan, heta niha li Îranê herî kêm 445 kes hatine kuştin ku ji wan 63 kêmî 18 salî û 43 jin in. Piraniya kuştiyan li navçeyên kêmnetewe ên Belûçistan û Kurdistanê ne.
Ji bilî tawana bikaranîna çekên şer li dijî xwepêşanderan li piraniya navçeyên Îranê, Komara Îslamî ya Îranê ji hemû cihan zêdetir Kurdistanê milîtarîze kiriye û bi awayekî hovane xelkê dikuje û heta niha jî li hinek bajarên wek Cewanro, rejîmê bi çekên lûledirêj û hovane bi kar tîne. gaza îsotê ya jehrî bikartîne. Li Kurdistanê bi awayekî sîstematîk gel tên qetilkirin û çekên şer ên di navbera welatan de hatine qedexekirinê, ji bo rûbirûbûna sivîl û belengazên Kurdistanê têne bikaranîn û ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye û divê civaka navneteweyî rê li van sûcan bigire.
Dezgehên tepeserker ên Komara Îslamî bi şev û bi taybet di van rojên dawî de, li piraniya bajarên Kurdistanê  teqe li malên xelkê dikin û piştre bi ser malên wan de digirin, ciwan û pîr, jin û yên din êrîşî zarokan dikin û xelk bi hinceta beşdariya di xwepêşandanan de tên girtin.

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê
26.11.2022

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin