Navenda Biryara YNKê: Em rê nadin Başûrê Kurdistanê parçe parçe bikin!

Navenda Biryara YNKê: Em rê nadin Başûrê Kurdistanê parçe parçe bikin!

Di daxuyaniya xwe de, Navenda Biryardana YNKê behsa 6 metirsiyên li ser Kurdistanê dike û bo baştirkirin û çareserkirina rewşa heyî, 4 xalan jî pêşberî raya giştî ya Kurdistanê dike.

A+A-

Baskê Navenda Biryardana YNKê ku her du cîgirên Sekreterê Giştî yên YNKê, Kosret Resûl Elî û Berhem Ehmed Salih serpireştiya wê dikin, derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ew rê nadin Başûrê Kurdistanê û sîstema federaliyê werin parçe parçekirin.

Êvariya îro înê 18ê Mijdara 2016, baskê Navenda Biryardana Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), li ser rewşa siyasî, leşkerî û aboriya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Di vê daxuyaniya xwe de, Navenda Biryardana YNKê behsa 6 metirsiyên li ser Kurdistanê dike û bo baştirkirin û çareserkirina rewşa heyî, 4 xalan jî pêşberî raya giştî ya Kurdistanê dike.

Herwiha Navenda Biryardana YNKê tekez dike, ku ew bi ti awayî rê nadin  Herêma Kurdistanê û sîstema federaliyê werin parçekirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Navenda Biryardana YNKê daxwaza reforman li hikûmetê dike û dibêje, ku Hikûmeta Herêma Kuridstanê û herwiha îdare û desthilatdariya herêman Silêman, Germiyan û Kerkûkê jî di çareserkirina rewşa aborî û dabînkirina asta herî kêm a jiyan û debara xelkê herêmê de serkevtî nebûne.

Ji aliyekê din ve, Navenda Biryardana YNKê amaje bi 6 metirsiyên (xeterên) li ser xelk û Herêma Kurdistanê kiriye û bi vî awayî daye ragihandin:

“1 – Hikûmeta Herêma Kurdistanê, he rji beşdrî û berpirsyariya hemû pariyên Kurdistanê ve heta îro, nekariye serkevtî be di cîbicîkirina nexşeyeke dirist bo çareserkirina rewşa aborî û jiyan û debara cemawer.

2 -  Partî û aliyên Başûrê Kurdistanê nekarîne serkevtî bin di qebûlkirine hev û çareserkirina arîşe û pirsgirêkan û rêkxistina nav mala kurdî de.

3 – Şerekî tirsnak, bi hêzeke reş a weke DAIŞê ve, demekê zêde ye ku gefeke mezin li ser gelê me û Herêma Kurdistanê çê kiriye û Hêza Pêşmerge xistiye ber sengereke berdewam xwîn li ber çûyî, ku ji aliyekê ew hêza qehreman a pêşmerge kariye serweriyên mezin di rûbirûbûna xeterên terorîstan li ser asta cîhanê bo gelê me bi dest bîne, û ji aliyekê din ve sedan xortên me bibin qurbanî û zêdetir rewşa aboriyê zehmettir û xirabtir bike.

4 – Hikûmeta Bexdayê jî, hêj bi çavê hevî û nedostane temaşeyê Herêma Kurdistanê û mafên gelê me di sînorê xwe de dike, ne tenê razî nabe navçeyên veqetandiyên Kurdistanê vegerin ser Kurdistanê, belku bi şêweyeke dadmendane jî arîşeyên li gel hikûmet û gelê me çareser nake û bi qutkirina mûçe û pişka bûdceyê, gelê me ceza dike.

5 – Netewa me li parçeyên din ên Kurdistanê û têkoşerên wan kevtine ber proseya êrişkirin û girtin û kuştin û terorkirina cane demokrasiyê,

6 -  Weke çawan ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekariye serkevtî be, îdare û desthilatdariya navçeyên Silêmanî û Germiyan û Kerkûkê jî nekarîne serkevtî bin di çareserkirina rewşa aborî û dabînkirina asta erî kêm a jiyan û debara xelkê navçeyê.”

Baskê Navenda Biryardana YNKê destnîşan kiriye, li ber ronahiya rastiyên ku li Kurdistanê hene, ew dê bi hemû şiyanên xwe xebatê bikin bo çareserkirina hemû arîşeyên wê rewşê û di serî de jî dabînkirina mûçe û jiyan û debara xelkê û çareserkirina rewşa aborî.

Li gorî daxuyaniyê, hevdem hemû daxwazên cemawer bo mafên xwe yên rewa, ji dabînkirina jiyan û debera wan bi rewa û erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî yên bê tifaq dizane û dibêje: “Em bi hemû şiyanan bi daxwazên cemawer re ne.”

Baskê her du cîgirên Sekreterê Giştî yê YNKê daxwaz ji xelkê jî dike, ku di xwepêşandanên xwe de, ji tundûtîjiyan dûr bikevin û rê nedin ku destên têkder aloziyan çê bikin.

Di vê bareyê de, Navenda Biryardana YNKê wiha gotiye: “Em daxwaz ji cemawerê hişyar ê gel û rêxistinên nehikûmî û rêxistinên civaka sivîl dikin ku berpirsyarane di xwepêşandan, girev û nîşandana nerazîtiyan de xwe ji tundûtîjiyê dûr bigirin û derfetê nedin destên têkder ên vir û wir nerazîtiyên cemawer bo armancên xwe bi kar bînin û di rêya xwar û xirab de bibin, û bi hişyariyeke zêde ve rê û şêwazên nîşandana nerazîtiyê, di çarçoveyeke şarsitanî û sivîl de be.”

4 daxwaziyan pêşkêşî raya giştî dike

Baskê Navenda YNKê di beşeke din a daxuyaniya xwe de 4 daxwazên xwe jî pêşlêşî raya giştî ya Kurdistanê dike.

“1 – Em reforman di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de çê bikin û em li ser rêbaza reform û çareseriya siyaî û aborî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hikûmeteke bihêztir biguherin.

2 - Dahata Kurdistanê ji hemû çavkaniyên dahatê, yên petrol û gazê bi şêweyeke navendî, hişmendane û dûr ji çûna beşekê wê bo vir û wir, ji aliyê wê hikûmeta nû ve were komkirin û bi awayekê dadmendane (adilane) bo jiyan û debera û pêşkevtina welatê me bi şêweyke şefaf bihê xerckirin.

3 – Destkevtên gelê me, federalî û pêngavên wê em biparêzin û em derfetê bi wan arasteyan nedin ku Herêma Kurdistanê û federaliyê kert û parçe bikin, û parçe parçe û parêzgeh bi parêzgeh bi Bexdayê ve werin girêdan.

4 -  Em guvaşan bixin ser aliyên siyasî, da ku bo asta berjewendiyên bilind ên gelê me bilind bibin û hemû alî ji hev biçin pêş û berjewendiya bilind a kurd û Kurdistanê û pêşeroja wê neguherin bi tiştên biçûk û hincetên ne di rê de. Bila em pêkve nav mala kurdî teyar bikin û em komelgeh û niştîmanê xwe bixin ser şahrêya pêşveçûnê û geşekirinê.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî, tê gotin:

“Partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê jiyana xelkê û rewşa aborî û xwastekên kurd û Kurdistanê di pêşerojeke roahîtir de, ked û xwîna şehîdên Hêza Pêşmerge bo parastina gelê û welat mezin û bilind rabigirin û li ber xatirê wan, hemû, serê rêzê bitewînin û qebûlkirine hev cihê bêrêzîkirin bi hev û bi pîroziyên gel bigire.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin