Navend û baregehên hêzên Rûsyayê li Sûriyê

Navend û baregehên hêzên Rûsyayê li Sûriyê

.

A+A-

 Li gorî rojnameya Red Star ya Serbazî ya Rûsî, ji sala 2015an ve ku artêşa Rûsyayê derbasî Sûriyê bûye, 63.000 serbazên Rûsî li Sûriyê xizmeta serbazî kirine, 60%  pîlotên Rûsî li Sûriyê operasyon encam dane.

Rûsyayê bi destpêkirina krîza Sûriyê, di berjewendiya Şamê de bi awayekî rasterast destwerdana serbazî kir û niha bi dehan binkeyên wê yên serbazî li seranserê Sûriyê hene.

Navenda Himêmîm

19 km dûrî bajarê Laziqiyê ye, li tenişt balefirgeha Basil Esed e, 26.08.2015an Hikûmeta Sûriyê rê da Rûsyê wê balefirgehê bikar bîne, ew rêkeftin ji bo 49 salan hate îmzekirin, ji wê demê ve Rûsya bi rêya asmanî alîkariya Hikûmeta Sûriyê dike.

- Sala 2016 Rûsya ew balefirgeh berfireh kir, têde cihê daketina balefiran bi dirêjiya 4.600 mitran heye.

- Balefirên Soxoy 35, 24, 25,30,34

- Balefirên Tu-162, 22 û 95

- Tankên T-92

- Gelek balefirên çavdêriyê û otombêlên zirîpoş

- Sîstemên S400 û S33 û 3 sîstemên ji corê Bantsîr wê baregehê diparêzin.

Navenda Bendera Tertûs

Sala 1971 Sûriyê û Yekîtiya Sovet ew navend ava kirin, wê demê 50 serbazên Rûsî lê diman.

Destpêka sala 2017an Hikûmetên Sûriya û Rûsya rêkeftinek îmze kirin ku Rûsya dikare 49 salan wê navendê bikar bîne.

Di wê navendê de, cihê mayîna serbazên Rûsî, Enbarên çekan, cihê çakkirina keştiyên şer heye. Sîstema S300 wê navendê diparêze.

Balefirgeha Qamişlo

Hejmareke helîkopterên şer ji corê ME- 35 û helîkopterên veguhestinê ji corê ME-8 hene, taybetin bi parastina gerên hevbeş yên polîsên Serbazî yên Rûsiyê ligel Artêşa Tirkiyê.

Herweha cihê mayîna serbazan û hejmareke zirîpoş û navendeke tendurustî têde heye.

Balefirgeha Kwêris ya Serbazî:

Li bakurê rojhilatê Helebê dikeve, 3yem mezintirîn baregeha hêzên Rûsiyê ye li Sûriyê, hejmareke zêde ya serbazên Rûsî di wê navendê de dimînin.

Sîstemên rokêtan S200, Bok 2 û Bantsîr di wê balefigehê de hatine bicîh kirin.

Balefirgeha T4

Di navbera bajarên Himis û Tedmurê de ye li naverasta Sûriyê, 60 KM dûrî navenda Tedmur ya Rûsya ya serbazî ye, têde hejmareke helîkopter, hêzên bejahî yên Rûsiyê bicîh dibin.

Ji bilî van navendan Rûsya bi dehan navendên biçûk yên serbazî hene, ku li piraniya balefirgehên serbazî yên Sûriyê cihên taybet girtine.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin