Navê Kurdistanê bi dirêjtirîn qirdîleya Penceşêrê kete nav pirtûka Guinnessê

Navê Kurdistanê bi dirêjtirîn qirdîleya Penceşêrê kete nav pirtûka Guinnessê

Dirêjtirîn qirdîleya nexweşîya Penceşêrê îro li bajarê Silêmanîyê li ser çîyayê Guwêje hat nimatişkirin, armanc ji vê nimayişkirinê jî bo wê yekê ye, ku ev çalakî li pirtûka Guinness bihê tomarkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Peyamnêra Rûdawê, Peyam Serbest ragihand, bi amadebûna nûnerên Pirtûka Guinnessê, nimayişkirina dirêjtirîn qirdîleya Penceşêrê li Silêmanîyê birêve çû, ku dirêjîya wê 7 kîlometre û 300 metr bû.

Çalakî ji alîyê Rêxistina Avî ve hatîye organîzekirin û Tora Medyayî ya Rûdawê jî sponsorîya medyayî ya çalakîyê kir.

Pêştir dirêjtirîn qirdîleya Penceşêrê li welatê Hindistanê hatibû nimayişkirin ku dirêjîya wê 7 kîlometre û 165 metr û 20 santî metre bûye û di pirtûka Guinness de hatibû tomarkirin. Sala 2018ê jî li bajarê Dubay yê Îmaratê qirdîleyeke din hatibû nimayişkirin ku dirêjîya wê 4 kîlometre û 103 santîmetre bû.

Îro Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Penceşêrê ye. Her sal di 4ê Sibatê de bi vê boneyê hejmarek çalakî û kempîn li seranserê cîhanê derbarê nexweşîya penceşêrê de tên birêvebirin.

Dirûşma îsal a Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Penceşêrê ev e; “Ez heme û ez dê her bimînim”, ku armanc ji vê dirûşmê piştevanîya li wan kesan e ku bi nexweşîya Penceşêrê ketine.

Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) ragihandîye, rêjeya tûşbûna bi nexweşîya Penceşêrê li welatên hejar û welatên ku dahateke navendî hene, zêde dibe û tekez kirîye, ew pêşbînî dikin, heta sala 2040 li wan welatan rêjeya kesên tûşbû bi Penceşêrê bi qasî %81 zêde bibe.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin