Navê êrişkarê xwe bi xwîna xwe nivîsand!

Navê êrişkarê xwe bi xwîna xwe nivîsand!

Li bajarê Stenbolê, Nurtaç Canan a ji alîyê merê xwe ku dixwaze jê cuda bibe, bi çekê hatî birîndarkirin, fikir kir dê bimire, lewma bi xwîna xwe li ser erdê navê êrişkar nivîsand.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Nurtaç Canan a ev 23 sal e zewicî, dibêje merê wê Ragip Canan hertim li hemberî wê tundûtujîyê bikar tîne lewma xwestîye ji hev cuda bibin, lê hevjînê wê qebûl nekirîye.

Canan dibêje: “Ev 23 sal e li hemberî min tundûtujî bikar tîne. Xumar, alkol, jin û xapandin û gelek tiştên din li ba wî hebûn. Min her tim sebir kir. Ev 6 sal bûn em li heman cihê dixebitin. Ligel jinên li ba me dixebitîn re dibû. Sebra min jî nema. Şansê min hebû ku Covid-19 derket û me jî xwaringeha xwe girt. Hevjîne min xwest ku dîsa veke, lê min jê re got ku ez naxwazim kar bikim û dixwazim ji te cuda bibim. 31ê Gulanê bi çaydank sotî ez şewitandimê, lê min ji tirsa gilî derbarî wî de tomar nekir.”

Canan wiha behsa roja ku hevjînê wê ew birîndar kirîye dike: “Piştî ku çûnûhatina di navbera bajaran de serbest bû min biryar da ew ji Stenbolê herim. Ji bo kelûpelên xwe bibim ez çûm malê. Min kelûpelên xwe berhevkirin û kar kir derbikevim, lê hevjînê min da ji derî ve û ez bi zorê xistim hundirê malê. Min gelek lava ji wî kirin ku min da ku nekuje, lê wî çeka xwe derxist û 5 gule berdan. Ez ketim erdê lê wî hêj gule diberdan. Min didît guleyan bi kîjan alîyê ve berdide. Piştî ji bi birîndarî li malê hiştim û derket. Min jî li wê derê bi xwîna birîna xwe nivîsand ‘Bavo û dayê Ragip êrişî min kir, heqê xwe helal bikin, lê ji bo min xemgîn nebin vaye ez rizgar dibim.’ Ez li benda mirina xwe mabûm. Piştre hevjînê min li kurê min digre û jê re dibêje here ba dayîka xwe min ew birîndar kirîye. Kurê min hat lê ji tirsa şok bû. Paşê li tîmên tendirustîyê gerîya û ez bi wî awayî ji mirinê rizgar bûm.”

Birînên Nurtaç Canan hêj têne dermankirin û nedîyar e ku dê seqet bimîne yan jî nemîne û dibe ku lingek wê were jêkirin.

Rêveberîya Ewlekarîya Zeytinburnuyê Ragip Canan desteser kirîye û hevjîna wî jî dixwaze ew were girtin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin