Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Navçeyên kavilkirî û fêla dewletê

A+A-

Belê, pêşîya me zivistan e, mixabin şêniyê navçeyên kavilkirî bi serê xwe man, bi deh hezaran kes bê stargeh in, bi ya nûçeyan hinekan çadir jî tine ne.

Li ber çavên cîhanê bajarên bakurê Kurdistanê bi çekên giran hatin kavilkirin.

Bi sedhezaran kes koçber bûn, daneheva civakî, aborî û çandî xera kirin.

Jixwe amanç ev bû, ku bila hemahengîya civakê bêt hejandin, êdî kesên ku ji van navçeyan koçber bûn bila carek din derfeta vegerê nebînin.

 

Bajar hatin kavilkirin, bi sedan kes hatin kuştin, gellek kes hêj fam nakin, ku çima destûr nadin şêniyê koçber, daku ev carek din vegerin ser xerabeyên xwe.

Ev tedbîr fêlek xerab dide der, bi gotinek din hikûmet rê nade ku şêniyê koçber carek din vegere ser qada xwe.

Ji ber ku ji hev belavbûna girseyekî gava ewil ya entegrasyonê ye, ev jî deriyê pişavtinê (asimîlasyon) vedike, dolawgerên dewletê vê rastiyê dizanin.

Mebesta dewletê ev e, ku dê carek din rê nede ev navçeyan wekî berê şênber bibin û ji kontrolê derkevin!

Em rêjeya şêniyê koçber nizanin, yên berve rojavayê Tirkîyê koçber bûn, li peravên bajarên mezin bicî bûn çiqas e?

Ji şêniyê ji herêmê derket û li peravên bajarên rojavayê Tirkîyê bicî bû, bila em zanibin ku nifşê tê yên van malatan dikeve ber diranên pişavtinê.

 

Trajedîya me bi kavilkirina bajaran têva nabe, trajedî bi kavilkirinê dest pê dike.

Kî/kê dê destê alîkariyê dêrêjî sedhezaran bike, hêj ku zivistan nehat?

Him keysa êrişkirinê bide, bila bajar bên kavilkirin û bi sedan kes bên kuştin, him jî li hêvîya alîkarîya dewletê be, a ya ev naye fam kirin. 

Bi bawerîya min dewlet bi fêlek xerab tedbîr distîne, lê hêj gellek derûdor hêvî dikin ku dewlet xanîyên kavilkirî carek din avabike û bide xwedîyan.

Bila dewletê haj xerabîya xwe hebe.

Ti ferqa van navçeyan bi bajarên Suriyê va tine ne, heman dîmenên bajarên Suriyê ku di encama bombekirina firokên şer da hatin kavilkirin, li Şirnex'ê, li Cizîr'ê, li Sûr'ê, li Hezex'ê, li Silopîya'yê, li Ferqîn'ê û li Gever'ê mirov heman hovitîyê dibîne.

Ev navçeyan bi tank û topan hatin kavilkirin, ne kolan man ve ne jî avahî, yên mayî bi loder û makînekyên kar tên rûxandin.

Hêj li van navçeyan ketina hinek taxan qedexe ye, xwediyê xanîyan nikanin herin ser xerabeyên xwe.

Ne tenê xanî çûn, fireq û pêdivîyên malî jî hatin rûxandin û di bin xerabeyî da man.

Jixwe bazirganî têk çû, ji ber têkçûna bazirganiyê û nebûna ewlehîyê bi hezaran dikan û firoşgeh hatin girtin, yên mayî jî kar nakin.

Çirîska hêvîya dawî jî dîwarê betonarme, ku li ser tixûbê Rojava û Bakur têt lêkirin têk bir.

Dîwar, him derbek li bazirganîyê dêxe û him jî, li ser gîyan û hêvîya gelê niçtecî karîgerîyek gellekî xerab dike.

Berî dîwêr ji Bakur dumanê kulekên Rojava, herweha ji Rojava dûmanê kulekên Bakur dihat dîtin, deng dihatin bihîstin.

Lê niha, ji Rojava berve Bakur dîwar e, ji Bakur berve Rojava dîwar e.

Dîwar nêşita dagirkerîyê herê beloq e, wekî şûrekî ku dilê mirovî kirîye du parçeyan.

Berê welatê Kurdan bi xeta trênê hat parçekirin, xeta trênê kirin tixûb û welat bû du parçeyan, serê xetê û binê xetê, eşîr, gund, malbat parçe bûn û parek li binê xetê, para din li ser xetê ma.

Wekî ev zulim ne bes be îro dîwarekî betonarme lêdikin, li seranserê tixûb, bêvîn û bêrizamendîya gelê Kurd.

Ev xerakirina sirûşt û hemahengîya civakî ye, ji ber ku Rojava berdewama Bakur e, bi her avayî.

Hêj îro bi deh hezaran kesên bakurî hene, ku serborîyên li Rojava di bîra xwe da dihewînin.

Ji hev qetkirina Rojhelat, Başûr, Rojava û Bakur, ango qetkirina gelekî bi vî avayî ne tenê li dijî mirovahîyê sûçek e, herweha xerakirina sirûşt û hemahengîya civakî û aborî ye, ev jî sûcekî mirovahîyê ye.

Zulmekî weha dike ku civat bipaşve bimîne, ji geşedanê û geşdariyê bêpar be.

Ji xwe bipirsin, çima gelê Kurd ji perwerdeyê, ji geşedanê, ji pêşveçûnê, ji geşbûna ziman û çandê û ronî û serwexbûnê bêpar ma?

Çima...?

Mahmut Kilinc

08.10.2016/Semsûr  

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin