NATO û Rûsya li ser Sûriyê dicivin!

NATO û Rûsya li ser Sûriyê dicivin!

Sererkanê artêşa Rûsyayê Valerîy Gerasîmov û Serfermandarê Hêzên Yekbûyî yên NATOyê Curtis Scaparrotti îro li Bakûyê wê hevdîtinekê pêk bînin

A+A-

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got ku Sererkanê artêşa Rûsyayê Valerîy Gerasîmov û Serfermandarê Hêzên Yekbûyî yên NATOyê Curtis Scaparrotti îro li Bakûyê wê hevdîtinekê pêk bînin û faalîyetên leşkerî yên li herêma Ewropayê û rewşa li Sûriyeyê gotûbêj bikin.

Her weha ji Wezareta Parastinê ya Rûsyayê hate ragihandin ku Valerîy Gerasîmov wê serokê Azerbeycanê Îlham Alîyev re jî hevdîtinê pêk bîne.

Hefteya borî cîgirê sekreterê giştî yê NATOyê Rouz Hetemuller ji rojnameya Kommersantê re ragihandibû ku hevdîtina Gerasîmov û Skaparrotti ya li Bakûyê nîşaneke baş e.

Li gor gotinên Hetemuller, hevdîtinên bi wî awayî wê pêşî li bûyerên xeter bigire û bawerîya di navbera alîyan de bide xurtkirin.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Aleksandr Grûşko jî ji çapemenîya rûsî re ragihand ku NATO bi pêngavên xwe yên di pratîkê yên li hember Rûsyayê ve perspektîva normalîzekirina têkilîyan re dibe asteng.

Li gor gotinên Grûşko, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê gelek caran bang li NATOyê kirîye ku dest bi dîyalogê bikin, lê Brûksel ji bo dîyalogê ne amade ye. Grûşko got: `Em hewl nadin li derîyên girtî bidin, ji alîyê din ve, li hember guşara bi hêzê jî em bêdeng namînin û qebûl nakin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin