NATO û DYA: Ti planeke me nîne ku em leşkeran bişînin Ûkraynayê

NATO û DYA: Ti planeke me nîne ku em leşkeran bişînin Ûkraynayê

.

A+A-

Piştî Rûsyayê êrîşî Ûkraynayê kir, gelek welatan bi mesajan rewş şermezar kiriye. Ûkraynayê ji Tirkiyeyê xwestiye ku Geliyan li Rûsyayê bigirin.

Serwîsa Parastina Sînorî ya Dewletê ya Ûkraynayê, aşkere kiriye ku vê sibê Rûsyayê ji hêla Kirim û Belarûsê êrîşî Ûkraynayê kiriye. Li gel Kîevê, li Xarkov, Kramatorsk, Marîûpol, Mykolaiv û Odesayê jî gelek caran teqîn pêk hatine. 

Hin sivîl hewl didin ji bajêr derkevin û hinan jî xwe spartiye rawestgehên metroyan û jêrzemînên malan. Welatî ji bo pereyan bikişînin li ber ATMyan ketine rêzê.

16.56: Wezîrê Kar û Barên Derve yê Ûkraynayê: Êrîşa Rûsyayê, xetertirîn çalakiya êrîşkar e ku ji Şerê Duyem ê Cîhanê û vir ve pêk hatiye.

16.31: Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê: Şoygûyî ferman daye hemû fermandarên yekîneyan ku hurmetî nîşanî leşkerên ûkraynayî bidin

Wezaretê her weha diyar kiriye ku hêzên rûsî li Donbasê helîkoptereke leşkerî û 4 balafirên mêmirov ên bi navê Bayraktar ên Ûkraynayê xistine. 

15.15: Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê, Recep Tayyip Erdoganî, piştî civîna ewlekariyê daxuyaniyek weşandiye û wiha gotiye: “Ji bo ewlehiya canî ya hemû kesên li Ûkraynayê dijî pêk were, çi bikeve ser milê me em ê bikin. Em operasyona leşkerî qebûl nakin û red dikin. Em vê gavê li dijî hiqûqa navnetewî dinirxînin û derbeyeke giran li aramiya aştiyê û îstîkrara herêmê xistiye."

15.04: Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson: “Ev ne tenê êrîşa li ser Ûkraynayê ye lê belê li ser cîhana azad e jî, em ê gelên serbi0we yên Ewropayê biparêzin. Em bi gelê Ûkraynayê re ne.”

14.36: Dengê gelek teqînan ji Kievê tê, ji hin avahiyan dixan dertê. 

14.25: Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg: “Li Ûkraynayê leşkerên NATOyê nînin, ti planeke me nîne ji bo şandine lê em piştgiriya Ûkraynayê dikin.”

14.23: Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskovî gotiye ku Rûsyayê operasyon “ji bo Ûkraynayê ji Naziyan paqij bike, daye destpêkirin.” Her weha diyar kiriye ku wê Pûtîn dema operasyonê diyar bike. 

14.20: Saziya Asmanî ya Sivîl a Ûkraynayê aşkere kiriye ku qada asmanî ya Ûkraynayê, ji hemû balafirên sivîl re hatiye girtin. Rûsyayê jî aşkere kiribû ku wan sînorên xwe yên Belarûs û Ûkraynayê ji bo balafirên sivîl girtiye. 

13.56: NATOyê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye: “Em êrîşa Rûsyayê bi tundî şermezar dikin, ev êrîş binpêkirina hiqûqa navnetewî î peymanên navnetewî ne ku Rûsyayê qebûl kirine. Em li cem gelê Ûkraynayê û serokê wê yê bi rêya demokratîk hatiye hilbijartin in, di mijara parastina sînorên wê de em bi her awayî piştgiriya Ûkraynayê dikin. Em bang li Rûsyayê dikin ku operasyona leşkerî bide sekinandin û hêzên xwe ji Ûkraynayê bikişîne. Divê serokên Rûsyayê berpirsiyariya operasyonê hildin ser milê xwe. Rûsya wê bedêleke giran a ekonomîk û siyasî bide. Wê encamên vê yên jeostratejîk hebin ku li ewlehiya Ewropa-Atlantîkê gefeke mezin dixwe. Em ê beşeke din a sîstema parastinê bişînin herêmên rojhilat ên hevalbendên xwe û hêzên asmanî jî. Em bi xala 5an girêdayî ne û ji bo em hevdu biparêzin em ê li cem hev bin.”

13.43: Berdevka Koşka Spî Jen Psakiyê gotiye ger Rûsya Ûkraynayê dagir jî bike, wê DYA bi Rûsyayê re şer neke û "Ji bo bi Rûsyayê re şer bikin em ê leşkerên xwe neşînin Ûkraynayê."

13.25: Balyozê Ûkraynayê yê li Tirkiyeyê Vasyl Bodnarî civîneke çapemeniyê li dar xistiye û wiha gotiye: "Li gorî zanyariyên ku me ji Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê wergirtine 5 balafirên rûsî û 2 helîkopter hatine xistin. Li 3 tankên rûsî xistine û çend kamyon ji holê rakirine. Di nava leşkerên me yên ku Ûkraynayê diparêzin de windahiyên me hene. Mixabin li gorî nûçeyan ji gelê sivîl jî hin kes mirine. Rewş niha di bin kontrolê de ye. Sîstema ewlehî û berevaniyê ya dewleta me kar dike. Em di wê baweriyê de ne ku em ê vî şerî qezenc bikin. Vê rojê qet ji bîr nekin. Di 24ê Sibatê de cîhan bi rastî jî guherî. Êdî em hemû di nava şerekî de ne.”

13.12: Ûkrayna: “Di encama êrîşên Rûsyayê de 8 sivîl mirin, 9 kes jî birîndar bûn.” Ûkraynayê her weha îdia kiriye ku wan 6 balafirên rûsî xistine. û 50 leşkerîn rûsî kuştine. 

Şêwirmendê Serokomariya Ûkraynayê diyar kiriye ku 40 leşkerên wan mirine û bi dehan leşker jî birîndar bûne. 

12.53: Serokdewletê Ûkraynayê  Vladimir Zelenski: “Me têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Rûsyayê re qut kirin. Êrîşên giran li ser artêşê dibin. Li herêma Donbassê, li bakur, li rojhilat, li başûr... Dijmin dixwaze ziyanê bigihîne me, birîndar û kuştî zêde dibin. Ûkrayna bi êrîşên asmanî re rû bi rû ye.

Zelenski: “Çi kesên ku tecrûbeya wan a artêşê heye, dikarin beşdarî nava artêşa me bibin. Ez bang li ûkrayniyan dikim ku beşdarî nav artêşê bibin. Ez bang li leşkerên kevn jî dikim ku ew jî beşdarî nava artêşê bibin. Em ê azadiya xwe bi hev re biparêzin. Ji bo parastina dewleta xwe amade bin.”

12.37: Polonyayê bang kiriye û xwestiye “NATO baskê rojhilat (yê Ewrapoyê) xurt bike”.  

Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê piştî krîza di navbera Rûsya û Ûkraynayê de, ferman dabû ku 3 hezar leşkerên din bişînin Polonyayê. 

12.33: Li Ûkraynayê mirov li îstasyonên benzînê ketine dorê. Hin kesan li ser hesabên medyaya civakî nivîsîne ku ew ketine stargehan.  

12.31: Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyenê cezayên nû yên li ser Rûsyayê aşkere kiriye: “Em ê mal û milkên Rûsyayê yên li YEyê bicemidînin û em ê nehêlin bankên rûsî xwe bigihînin piyaseyên fînansê yên Ewropayê.”

12.27: Rûsyayê qada asmanî ya li nêzîkî sînorê Ûkraynayê girtiye. 

12.13: Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Christine Lambrechtê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye ku midaxeleya leşkerî ya Rûsyayê li Ûkraynayê binpêkirina hiqûqa navnetewî ye: "Bila Rûsya amade be ji bo cezayên sert û heta niha nehatiye dîtin.”

Wezîra Kar û Barên Derve Annalena Baerbockê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye: “Rûsya bi êrîşa li ser Ûkraynayê re, rêzikên bingehîn ên navnetewî binpê dike. Em ê tevlî hevkarên xwe bersivê bidin.”

11.53: Li gorî nûçeya Sputnikê, Serokdewletê Lîtvanyayê, biryar daye ku li welêt rewşa awarte ragihînin. Serokdewleta Modlovayê Maya Sanduyê jî diyar kiriye ku hikûmet wê ji parlamentoyê bixwaze rewşa awarte ragihîne. Serokdewletê Belarûsê Aleksandr Lukaşenkoyî diyar kiriye ku îdiayên dibêjin hêzên wan ên çekdar beşdarî operasyona Rûsyayê ya li Donbassê bûne, ne rast in.

11.46: Wezîrê Bergiriyê yê Ûkraynayê ji bo biçin berevaniyê li ber welatê xwe bikin bang li hemû welatiyan xwe yên ku yên bikaribin çekan hilgirin kiriye. Reznikovî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku wan dest bi her şêwe berevaniyê kiriye. 

11.27: Serokdewletê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiyî bang li welatên cîhanê kiriye da ku Pûtînî ceza bikin. Zelenskiyî li ser hesabên medyaya civakî peyameke bi dîmen weşandiye û ew bi rêya telefonê bi Serokê DYAyê Bidenî, Serokdewletê Brîtanyayê Johnsonî û Serokê Konseya YEyê Charles Michelî axiviye û wan dest pê kiriye ku hevpeymaneke antî-Pûtîn ava bikin.

11.21: Îsmaîl Daye li bajarê Zaporijyayê dijî ku ev bajar 100 kîlomtre dûrî herêma Donetsk û Lûhanskê yê l iser sînor e. Dayeyî ji bianetê re got, gelek mirov ketine dorên dermanxane, market û bazarên fekiyan. bihayê her tiştî li bazaran zêde bûye û tirs û xof di nava gel de çêbûye. 

11.16: Nûnerê Bilind ê Kar û Barên Derve û Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrellî derbarê êrîşê de gotiye, “Ji Şerê Dûyem ê Cîhanê heta niha reştirîn roja Ewropayê ye.” 

Wezîrê Ekonomiyê yê Ewropayê Robert Habeckî jî wiha gotiye: "Em di nava şerekî reş de ne ku li Ewropayê bi tenê hûn dikarin di nava perên pirtûkên dîrokê de bixwînin. Ev bi awayekî aşkere binpêkirina hiqûqa navnetewî ye." 

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnsonî diyar kiriye ku ew ê bersiva êrîşê bidin. Îtalya û Polonya jî piştgiriya xwe ya ji bo NATO û Ûkraynayê aşkere kirine. 

10.58: Li gorî nûçeya NY Timesê, Serokdewletî Koreya Başûr Moon Jae-inî daxuyaniyek weşandiye û wiha gotiye: “Divê hevgirtina xaka Ûkraynayê teqez bibe, em piştgiriyê didin cezakirina Rûsyayê.”

10.30: Balyozê Ûkraynayê li Enqereyê Vasyl Bodnarî ji Tirkiyeyê xwestiye ku Rûsyayê ceza bike û rê nede ku keştiyên rûsan ji geliyan derbas bibin. Bodnarî wiha gotiye: “Cara pêşiyê ye ku dewleteke xwediyê çekên nukleerî şerekî vekirî daye destpêkirin.”

10.25: Li gorî nûçeya BBCyê, saziyên ewlehiyê yên Ûkraynayê aşkere kirine ku êrîş li baregeheke leşkerî ya li Podilskê ya li derveyî Odesayê bûye, 6 kes mirine, 7 kes jî birîndar bûne. 19 kes winda ne. Wezareta Kar û Barên Navxweyî aşkere kiriye ku li Marîûpolê di encama bombebarana rûsan de kesek miriye. 

10.15: Ajansa Ewlehiya Asmanî ya Ewropayê (EASA) ya navenda wê li Kolnê ye, hişyarî daye û xwestiye ku li der û dora qada asmanî ya Ûkraynayê û der û dora wê balafir nefirin. Saziyê diyar kiriye ku dibe balafirên sivîl bi taybet bibin hedef. 

09.47: Wezareta Kar û Barên Derve ya Çînê wiha gotiye: “Çawa ku di çapemeniya derve de hatiye nivîsandin, nabe operasyona leşkerî ya rûsan ya li dijî Ûkraynayê weke dagirkerî were penasekirin. Divê rêzî li metirsiyên ewlehiyê yên meşrû yên hemû aliyan nîşan bidin. Em ji nêz ve rewşa li Ûkraynayê dişopînin.”

09.30: Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE), piştî midaxeleya leşkerî ya Rûsyayê ya li dijî Ûkraynayê, ji bo cezakirina Rûsyayê wê civîneke lezgîn pêk bîne. 

Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê diyar kiriye ku li Donbassê 5 balafir û helîkopterên rûsan hatine xistin. Rûsyayê diyar kiriye ku ev ne rast e. 

09.00: NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE), midaxeleya leşkerî ya Rûsyayê li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin, şermezar kirine. 

06.20: Serokê DYAyê Joe Bidenî diyar kiriye ku DYA û hevalbendên wê “dê bi biryardarî û hevgirtî” wê bersivê bidin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin