NATO: Rewşa Iraqê hîn jî nîgeraniyê çêdike

NATO: Rewşa Iraqê hîn jî nîgeraniyê çêdike

NATO dema karên xwe yên li Iraqê dirêj dike û Sekreterê Giştî yê NATOyê diyar dike ku rewşa Iraqê hê jî cihê nîgeraniyê ye û ew amade ne ku erkên xwe berfirehtir bikin.

A+A-

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand; rewşa ewlehiyê ya Iraqê hê jî cihê nîgeraniya wan e û NATO ji ber vê yekê amade ye erkên xwe li Iraqê dirêj û berfireh bike, herwiha amade ne hêzên Iraqê zêdetir rahênan bikin.

Jens Stoltenberg diyar kir; niha 500 şêwirmendên serbazî yên NATOyê li Iraqê ne û amade ne hêzên xwe ji vê hejmarê zêdetir bikin bi şêwra ligel desthilatdarên Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna DAIŞê.

Stoltenberg eşkere kir; niha hejmar diyar nîne, lê belê ji bo ku di meha Sibata 2021ê de ev mijar gotûbêj bikin, plan datînin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin